şanogerî çon û key serî hełdawe?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  2419 Dîtin

selamêkî germ û guř pêşkeş begwêgrî hogrî heway bijwênî huner.

basî emřo terxan ekeyn bo em mebeste ke ti’atir ya şanogerî çon û le keyewe lenaw komeła peyda buwe û bekwê geyştuwe û lenaw komełî kurda em hunere pêşîney çîye û emřo le çi pileyekdaye?

şanogerî legeł nûsînî numayşiname cyawazîyekyan le barey zemanewe heye, wata pêş ewe ke nûsîn û xet hebê şanogerî û nîşandanî mebestêkî komełayetî ya ayînî beçeşnêkî nizîk le ti’atrî emřo hebuwe û em nîşandane egeřêtewe bo hunerî cadûkarane ke kutman daykî hemû hunerêkî tirî emřo buwe û her beşêkî huner ke bîgrî le akamî peregirtinî ew şêwe cadûkaraney hunerî pêşûda peyda buwe. tenanet peykere dirust kirdin û ařşîtêktî û ti’atrî emřo.

bêguman ademîzadî beřû, pêş ewe zimanî kewête karu bo hemû şitêkî dewruberî nawêk dabnê û komeł ew nawe bigrê û bekarî bihênê, destî lekara buwe. ca bîrî lê bikenewe ke ew ademîzade katê wîstibêtî bexêłekey ḧałî bika ke le bêşeyeka şêr ya marî dîwe be’îşaře û zîl û bemî deng ew karey pê nekirabê çî kirduwe? bêguman şikłî ew diřindeya marî le quř û bewêneyekî seretayî dirust kirduwe. eme peyker sazkirdin. her ew ademîzade naw ẍarekey xoy beş kirduwe û her beşey kirdote cêgay taybetî şitêk. wek şwênî xewtin, şwênî hemarkirdinî xwardemenî û azoxe û pêtewîstî tir û arşîtêktî her em leber çawgirtiney pêtewîstekanî cêgay ḧesanewe û ya karkirdine ke cwanî û tefennunîşî têkeł buwe. emênêtewe ti’atir ya şanogerî ke emřo wa dête berçaw ke gwaye ti’atir naçare numayşinameyekî nûsrawî hebê û dewrgêřekan bikewne şwên pîyes û sûjeyekî nûsraw. epirsîn ti’atir çîye? axo tenya bo tefennun û sergerm kirdin peyda buwe û behreyekî komełayetî nîye û benawî pêtewîstêkî jyan xoy nenwanduwe? wełam emeye ti’atir yanî nwandinewey ew řasteqîne komełayetîyane ke ambazî jyanî mirovin beçeşnêkî hunermendane wate behêzî ’atfe û behoy cûłe û qise û ḧałetewe û bekełk wergirtin le wênesazî bo tebî’etê ke dastanî řûdawe ti’atrîyekey têda hełkewtuwe. em qeydî dwayî, yanî kełk wergirtin le wênesazî- dêkoř- lepêşda pêtewîst nebuwe, çunke ademîzad xoy le tebî’eta jyawe û dêkořî amade û siruştî hebuwe.

ti’atir bo ademîzadî berû, şitêkî xerîkkerî tefennunî nebuwe, bełkû beşêkî pêtewîstî jyanî ewbuwe, ke weha bû behrey komełayetî nebuwe. ademîzad eger wîstibêtî xoy saz bika le pêşa bo ew kare temrînî kirduwe. taqmê le xêłeke bûn bedujmin û taqmêkî tir wîstûyane ew dujminane ke beřwałet kirawin bedujmin bişkênê û lenawyan berê. eme xoy bote mayeyek bo şanogerî bê ewe pîyesêk (numayşiname) le kara bê.

le seretay sedey şeşemî pêş le dayk bûnî ’îsada, numayşinamey nûsraw lenaw yonanîyekana peyda bû. le seretawe tiřajîdî ayînî be çeşnî sirûd, her wek le êranî kona sirûdî agir (nyayşî ehûramezda) hebû, le yonanî sedey şeşî pêş le dayk bûna destî pêkird. bo nimûne sirûdê ke bo řêzgirtinî xway şeřab dîwinsûs le cejne ayînîyekana le layen tîpêkî taybetewe exwênrayewe. sirûdî qurbanî kirdinî ask, yekêkî tire lew sirûde tiřajdîke ayînîyane. gewretrîn tiřajêdî nûsî aynî naweřastî sedey şeşemî ber lemîlad «î bîs»e ke ał û gořêkî lew çeşnenumayşiname ayînîyyaneda pêkhêna û dyalogî hêna naw sirûdekanewe. aktor ACTOR wate nexşyarî şano ekewte deme teqe û guftugo legeł serokî tîpeke û bem çeşne tiřajdêdî le sirûdêkî rûtewe gořa bewtuwêj û sirûd, têkeł.

axo em çeşne şanogerîye zor le beyte kurdîyekan naçê ke hendêkyan beqsew pexşan bû û biřêkyan beşî’ir û hełbest? beytixiwan le katî xwêndinewey pexşanekeda hewłî eda bîrî gwêgir amade bika bo perdeyekî tir le beyte numayşinameke û emcar destî ekird bexwêndinewey beşe hełbesteke.

paş tiřajîdî ayînî, diřam ya diřama (DRAMA) le yonan peyda bû. î sî xolos gewretrîn diřam nûsî yonan bû- î sî xolos le jimarey sirûdxiwênanî sakarî numayşinamey kem kirdewe, le cyatî ewe dyalogî diřamî zor kird û cimucoł wate nwandinî beḧeřekey baw kird. piřomyûs magîda benûsînî numayşinamey agamê mu nun û sofokil ya sofoklês benûsînî odîp gewretrîn te’sîryan kirde ser diřam nûsînî yonan. yurpîdîs le numayşiname nûsekanî pêş xoy zortir, belay řasteqînewe çû. hîpbu lîtûs û mîrya û eyûn çen numayşinamey ew numayşiname berzey yonanî konin ke tenanet le serdemî êmeşda serinc ra’ekêşê. şitřawis mûsîqarî benawbang, numayşinamey elkitray kirduwe be opêřa OPERRA.

bedaxewe le naw kurdan ta em dwayîyane numayşiname nenûsrawe, bełam şanogerî hebuwe, zortirî yarîyekanî kurdistan ke be gel ekirên, çeşne numayşinameyekin. yekêk lewane «mîr mîrên»e ke numayşinameyekî komêdîye û bo řexnegirtin û qeşmerî kirdin bezordar saz ekirê. hoy eme ke boç lenaw kurda numayşiname nenûsrawe aşkiraye û lêdwanî nawê.

ta bernameyekî tir xwatan legeł.