şewe

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 4 Xulek  1010 Dîtin

selamêkî xawên wek şiney şemałî dûreşar pêşkeş begwêgrî hogrî huner.

le bernamey em caremanda yekê le cwantirîn û benirxtirên şwênewarekanî şî’rî nwêy kurdî bo êwe hełbijardûmane ke legeł şîkirdineweyeka botanî dexwênînewe. em parçe şî’re hî şa’îrêkî gencî kurde û nawî şî’reke « şewe»ye.

ademîzadêkî ser lêşêwaw û kiłoł bihênne ber çaw le şewêka, şewêkî kip û keř û kiř heta çaw biřiştî hebê û bîr biřistî, tarîkîye û bêdengî, weha ke ademîzad esîrî şewe û tenanet le bûnî xoşî ekewîte dûdłîyewe. tenanet henasekêşan û řwanînî çaw û hestkirdnî samî şewîş natwanin ew diłnyaken ke hêşta zînduwe. «hebû, nebû» weha sinûryan têkeł debî ke leyek nanasrênewe. lem ḧałeda ke ne «tewaw nebûn»ew ne «tewaw hebûn», dengêk ledûrtirîn sûçî şewewe dête gwê. ademîzadî bendî zîndanî şewgar hest deka ke zînduwew bewatay şa’îr: «şi’ûrî germî hebûn begyanya egeřê. dengeke peregir ebê. beriztir û nizîktir dête gwê. ademîzadî tasebar tewawî hestî xoy le gwêda ko’ekatewe ta bizanê em denge xoşe ke mizgênî jyan û hebûnî pêweye çîye? bełam dengeke hêşta dûre. naçar ademîzadî beswê û tamezroy deng û bizwên û jyan bîr’ekatewe. carê bedłya dê eme dengî «nûḧ»e; carê leber xoyewe ełê ne, eme dengî nirkey tewr bedestêke ke xerîkî hełpertawtin û biřînî lik û poy daristane ta řêgayek berew şarî řûnakî bikatewe. carêkîş ełê eme dengî denûkî melî beyane ke perjînî sextî şew kun eka ta derûyek le ser piřşingî hetaw bikatewe. deng her dê û nizîktir ebêtewe, takû ebête şeqjinêkî tał û mergihên. le pêşa ademîzad le bê dengî û xamoşî şew etirsa, emca derûnî piř ebê le samî dengeke û tê’ega ew zimzeme nerme ke ledûrewe wek pitey ser’aw weha bû û zayełey etgut hełqułînî kanîye, katê nizîk bowe, bû bedengêkî tirsênerî mergawî ke çeşnî şewî gerûy ademîzadî tenya û behełeçû ekuşê...

we êste gwê bigirin bo şî’reke:

:pesa pesa peregir bû şewî kiřî lasar

:nema şiney şewba,

:newî bû çespî zewî bû lesamî şewpasar!

:besêḧrî tarîkî «hebû, nebû»yek bû

:nema nîşaney bûn

:nema nîşaney min

:leşim tuwaye derûnî şewêkî bê řoçin!

:pesa pesaperegirbû

:berew fezay bê bin!

:berew fezay bê bin!

:beçaw û gwê peleqajey şi’urî bûnim bû

:serincî çawî be hełpem,

:şewî simî le hemû lawe bo tirûskayî!

:be lez bû gyanî be swê

:diłî bexurpe le bin gwê

:we gwê be wiryayî

:bekuł miłasî cirîwey jyan

:bełam heyhat...

:melûlî kirdim şew

:melûlî kirdim şewgar

:’ezabî damê şewî bê řeza

:be gořewşar

:keçî ledûrtirîn sûçî em şewa

 

:nakaw, benerme ahengê

:diring, diring, dengê

:wekû pitey ser’aw

:şepolî xiste derûn

:legwêm tenînî lewîn hełqułînî kanî bû

:tenînewey wekû bonî gułałe, anî bû

:şiney bilawênî, diney eda be xeyał

:hera heray nûḧe

:«nûḧ»e gemî exulqênê,

:ke dêwî załmî şew

:hewałekanî belafawî řeş nexnikênê?

:beyaxî kaweye axo beremzî fetḧî beyanî

:lecergî şew eçeqê?

:melî beyane le şew zîze bê wiçan û heda

:denûkî sextî le perjînî qaymî şewda eda?

:we ya tewr bedesêke le darsanî çiřî şew

:xerîke tî’epeřê řû le şarî řûnakî?!

:ehat... ehat... ehat...

:ehat û şew şeq ebû

:şi’ûrî germî hebûn

:begyanma egeřa

:cê be samî şew leq ebû!

:ehat... ehat... ehat...

:ehat û gewre ebû, gewretir ebû,

:heyhat!!

:le samî şew kiřbûm

:le samî deng piř bûm

:diłim kulawe be zirmey henasetasênî!

:ehat û gewre ebû, gewretir ebû,

:heyhat!!

:şeqjinî tałî wekû mergî nagehanî bû

:tenînewey wekû «jihrî helahel» anî bûnî

:heray derûn axin

:pesa pesa peregir bû wekû şewî lasar

:pesa pesa pişûbiř bû ’ezabî gořewşar

:werin, werin şewe girtûmî

:bimgenê hawar, hawar!