tapo û bûmelêł yanî çî?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  2021 Dîtin

selam le gwêgrî beřêzî bernamey tapo û bûmelêł. pêş hemû şit ebê ’eriztan bikem ke beřastî nawî bernameke bote hoy hezaran pirsyar. kem gwêgrî waman heye ke nameyan nenûsîbê û neyan pirsîbê tapo û bûmelêł yanî çî? gwêgranî waşman hebuwe, ke bê ewe tenanet pirsyarêkî wêjeyî biken ya dyaryekman bo binêrin, tenha em pirsyareyan kirduwe. ême zor car wełamman dawetewe û êste leme etirsin eger dîsanewe em dû wişeye mana bikeynewew peywendîyan legeł yeka hełdeyn. le layekewe ême tawanbar bikirêyn beme ke baş serdêřî witarekanman mana nekirdotewe û le layekî tirewe gwêgrekanman weha bidrêne qełem ke gwaye baş gwê bo witarekan nagirin, bełam legeł ewaneşa, carêkî tir ełêyn: tapo betarmayî û heykelê kem dyar û na aşkira egutrê; wek eme ke ełên tapoy kesêk le tarîkî şewa dyar bû, wate her ewende bû ke ezanra em heykele le ademîzade, bełam řûn nebû kêye û řwałetî çone eme manay tapo. bûmelêłîş, têkełe le dû wişey bûm û lêł. bûm her ew wişeye ke le nêwan kurdî û farsîya hawbeşe her dûk ziman bewłat û herêm û serzewî ełên bûm. le farsîya egutrê: «bûmî» ya «merz û bûm». bûmî wate xełkî herêmêkî taybet. pîtî «y»y dwayî wişey bûm, «ya»y nisbete merz û bûmîş wate sinûr û wiłat. le kurdîya egutrê bûmelerze ke befarsî zemîn lerzey pê egutrê. wate lerzînewey zewî. hełbet le kurdîya bûlerzeş ełên ke her bemanay bûmelerzeye.

deçîne ser wişey lêł û lam waye pêwîst begutin naka ke lêł bemanay kedîre, wate nasafî û temgirtûyî. bełam řabîte û pêwendî em dû wişeye beyekewe çîye? eme şitêke ke ḧałetêkî teceřřudî û întîza’î heye. wate mefhumêke ke nûserî bernameke leber çawî girtuwe û pêwîst naka legeł lêkdanewey take takey gwêgrekanda yek bigrêtewe. nûserî bernameke heykelêkî temgirtûy nîwe dyar le tarîk û řûnî beyanîya řagirtuwe û le kargay zêhnî xoya mebest û wata û mefhumêkî dawe bem heykele. řenge mebestî eme bûbê ke em heykele munasbet û le yekçûnî heye legeł wêjer û hunerî cadûkarane û ẍeyre serîḧî wêjewanîya. herdûkyan le wizûḧ û aşkirayî dûrin. herdûkyan wêney xeyał eden û bîrî mirov ebziwênin. axo em heykele le nîwe dyar û dûre le desełatî herêmî piřşing û nûre, kêye û çîye ke lenaw tem û mijî berbeyanêkî nîwe tarîka westa? eme heykelî wêjewan û şa’îre? em bûmelêłe cîhanî piř le îma û îşaře û îsti’arey şî’ir û edebe?

gutim řenge nûserî bernameke wehay lêkdabêtewe, êweş benawî gwêgrî bername keyfî xotane em lêkdaneweye werbigrin, ya le serdêřî bernameke begwêrey berawird û lêkdanewe xotan şitêkî tir saz biken.

le mihabadewe gwêgrêkî xoşewîst ke nawî xoy betewawî nenûsîwe, nameyekî bo nûsîwîn û pirsyarî kirduwe: «axo katî wêjey jinane tewaw nebuwe û leser nûser pêwîst nîye le serdemêka ke mirovayetî kewtote ber hêrşî hezaran metirsî le nûkî xamekey wek şimşêrîkî tîj, nek çeşî hudhudî suleyman, kełk wergirê?» em gwêgre beřêzeman ke le jêr namekeya dû pîtî «m. ’» berçaw ekewê û hîçî tir, lenaw dû peřantêza nûsîwye:

«mebest le hudhudî suleyman, mezherî diłdarî û ḧezlêkarîye û em bałdare wek ełên namey suleymanî birduwe bo bełqîs û eger nûserekeyş bexame û name her karekey hudhud bika îtir nûser nîye, dełałe».

le wełamî em gwêgreda ebê biłêyn ke êmeş laman waye dewrî ew core wêjeye ke tenya handerî ḧezlêkarî û diłdarî bê, beserçû. bełam laman waye nawnanî wêjey diłdarîyaney řût bewêjey jinane, ne cwane ne piř bepêst. çunke ême emřo le êrana afretî zor gewreman heye ke legeł eweşa gyanî naskî jinane le nûsrawekanyanda xoy enwênê, nûsrawekanyan layenî komełayetîyekî here behêzyan heye, wek «firûẍî feřřux zad»y xwalêxoşbû. cige lemeş katê ke ełên emřo qełemî nûser şimşêre, mebestyan eme nîye ke xame ekirê bîkey beçawî dujmina, dujminê ke bêguman bekeresey qursî şeřewe dête meydan. mebest emeye ke em şimşêre etwanê serî dujminê ke birîtîye le naḧezî û dizêwî naw komełî însanî bipeřênê û sipay bêdad û tawan têkbişkênê. axo kak «m.’» layan wa nîye ke beşeřî serdemî ême lem bareşewe zor azar û êşî pê’ega ke îtir natwanê wek pêşû le manay wişey berzî xoşewîstî tê biga, natwanê kesêkî pir bedił xoş bwê?! axo eger ademîzad netwanê asayî tirîn û le dił nizîktirîn xoşewîstî ke birîtîye le xoşewîstî dû kuř û kiçî law tê biga, řûntir biłêyn netwanê kesêkî xoş bwê çon etwanê hemû kesêkî xoş bwê?!

ḧezlêkirdin û diłdarî xoşewîstî nêwan dû însanî jin û pyaw eger têkeł nebê legeł nizmî, taqîkarîyeke bo xoşewîstîyekî gewretir benawî xoşewîstî beşerîyet.

kak «m.’» diłnya bê eger nûser bitwanê xoşewîstî berew merg zîndû katewe, ew karey kirduwe ke «’îsa» legeł «lazar»y mirdûy kird. wate karî nûser ebête bûjandinewey behar û guł û sewzayî û hîwa, nek dełałî, wek gwêgrî beřêzman nûsîwyetî û ba biray xoşewîstiman lemeş diłnya bê eger kesêk netwanê mûsîqay dengî afretêk û lar û lence û nîw nîgay çawêkî kejałî pê xoş û cwan bê, bê guman naştiwanê le herêmêkî gewretra ewîndarî cwanî û mirovayetî bê.

ta bernameyekî tir hemûtan bexway gewre espêrîn. em katew hemû katêkî jyantan xoş.