key kêşey nêwan şî’rî kon û nwê ebřêtewe?

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 7 Xulek  1687 Dîtin

selam le gwêgrî hestyar û bîstyarî hogrî huner.

gwêgrêkî beřêz benawî wefay ’ezîzî le sinewe nameyekî germ û guř û birayaney bo nûsîwîn û çend pirsyarêkî kirduwe. namey ew gwêgre be řêzeman ke wa der’ekewê xawenî çêşkeyekî paraw û behre û berêkî hunerîye bo ewe eşê ke biřêkî bo bîstyaran lê bixiwênînewe.

... kak wefa enûsê: «cîhan û kewn le gořandaye betaybet bepêy gořanî cîhan xwast û wîstî ademîzadîş egořê û karubarî komełayetî û ewey wa pêy egutrê zanyarî komeł û komełnasî legeł çerx û xulî cîhanda egořê. wate ew şite ke emřo bawe û komeł nyazî pêy heye, beyanî kon ebê û le řîzî nyaz û pêdawîstekanî gel û komeł exrête kenarewe û şitêkî taze cêgay egrêtewe. em gořane wenebê her le hunera bête pêş, bełku le hemû bar û lanêkî jyanî însanîşa xoy enwênê. dwênê kabray feylesuf û fîzîk zan katê hestî kird ke le germaweda sengayî hemû şit kem ebêtewe, beleşî řût le germaweke hateder û serxoşane neřanî: « dozîmewe... dozîmewe!» paş ew zanayekî tir le jêr dare sêwêka danîştuwe; sêwêkî geyştû le liqêkî dareke buwewe û kewte serkoşî. bîrî kirdewe le liqî darekewe ta ser zewî fezayekî betałe û le darekewe berew serûtrîş betałe û cige le hewa hîçî tirî têda nîye. ke wehaye boç ew sêwe bo fezay jûr naçê û ekewête ser zewî? bebîr kirdinewe boy derkewt kêşerêk lem zewîyeda hebê wa her şitêk le berzayîyekewe berî deyewe ekewête ser zewî û lew řojewe ke «nyoton» em řazey dozîyewe yasay kêşerî giştî wate qanûnî cazîbey ’imûmî peyda bû. ew řojane bo ademîzad zor be bayex bûn û pêdawîstî ademîzad bû ke ser lem řazane derbihênê. bełam emřo hemû minałêkî polî nawendî em keşfe zanistîye girîngane ezanê, ke wehaye hemû şit le gořandaye û hemû şit paş maweyek kon ebî û cêgay xoy eda beştêkî nwê. ey leberçî basî kon û nwê le şî’irda nabřêtewe? boç bem şêweye ke şêwey bawî řojgarî êmeye ełên şêwey nwê? ca çi neqqaşî bê, çi peykersazî, çi wêje? axo baştir nîye em şeřî kon û nwêye bibřêtewe, wek le zanista biřawetewe? eme pirsyarêkim bû, pirsyarêkî tirîşim heye; lebernamey tapoda zorcar wişey îmajman bergiwê ekewê. axo îmaj her ew sifete lefzîyeye ke le şî’rî kona pêy egutra îsti’are?»

lepêş hemû şitêka supast ekem pîrozbayî wird bûnewet le mewzû’e hunerîyekan. paşan wełamî pirsyarekanit. le zanista taqîkarî hewênî bineřetîye û hemû şit le ser ew binaẍeye da’emezrê. wata zana naçare esłe zanistîye konekanî qubûł bê û bepêy ewan bicûlêtewe. yekem kesê ke berd û estî dozîyewe binaẍey dana bo dozînewey agir û agir bû bebnaẍeyek bo zor şitî zanistî ke emřo heye.

çeşnî mûşekê ke pyaw ebate ser mang, ca ba ew şite ke germayî le mûşeka pêkdênê, ew agire nebê ke le berd û pûşû peyda ebê, le her ḧałêka agire û germayî û hêz exulqênê. bełam binaẍey huner le ser ’atîfe da’emezrê û eşzanîn ke ’atîfey hemû kes çeşnêk nîye. çend kes biçne naw daristanêkewe, ewey ke dartaşe le ber xoyewe bîr ekatewe em dargiwêze çend řexte û le bare bo dergaw pencere lê dirustikirdin. ewey ke hunermendî peykersaze ełê: em dare, baş ekirê û řwałetî jûlsêzarî lê dirust bikey. ew keseyan ke şa’îre ełê: çende xoşe paş şeketî řêga le jêr sêberî ew dare danîşî û şineyekî fênk areqey leşt wişk katewe. eger bazirganêkîşyan legeł bê, ełê birya em daristane hemû hî min bwaye û bimfiroştaye bem dartaş û peykersaze û dirawekem le tengey gîrfanim binabaye. ebînî ke her kesê çeşnê bîr ekatewe û huner ke binaẍey le ser bîr û ’atîfeye, zortir le zanist cyawazî têda ber çaw ekewê. zanist nagořê. bełam pêş ekewê û heł’eçê. çeşnî nemamêk ke sał besał gewretir û řakêşawtir û hełçûtir ebê. bełam to ezanî ke em dare gewreye her nemame biçûke desnêjekey xote, le katêka huner egořê û le payeşewe egořê. dwênê hunerî şî’ir û wêjewanî bo pêhełkutnî emîr û payeberzan û bedesełatan bû ta şa’îr bexşiş û sîleyek ke begwênî şî’reke werî egrê xoy pê bexêw kat; bełam emřo şî’ir bote çekêk ke ekirê sêdareyekî bo xinkandinî dujmin lê saz bikey. îtir şî’rî pêhełkutin bawî nemawe. le ber eme ełên şî’rî kon û şî’rî nwê; bełam belay minewe eger şa’îrêk bitwanê le qalbî ’erûzîşa wate û mefhûmêkî emřoyî derbiřê, şî’rekey nwêye û konî qalb nabête hoy konî şî’rekey. ke weha bû bo çi şî’rî nwê zortir le qalbî nwê exrê?

şa’îran layan waye xo beqafye û kurt û dirêjî dû nîwe şî’ir û řewî û ředîfewe xerîk kirdin řêgayan nada bîr le kakłey şî’reke bikenewe û le qalbî azadda baştir ser ekewn.

wełamî pirsyarî dûhemîştan emeye:

bełê etwanîn biłêyn îmaj ke wişeyekî bêganeye, legeł îsti’are ke ewîş her wişeyekî bêganeye - bełam zortir bîstirawe - her yek manayan heye; bełam wirdeyek cyawazîşyan le nêwana ber çaw ekewê. îsti’are le şî’rî qedîma zor zû enasrawe, bo nimûne nêrgis îsti’are bû bo çawî kejał, seru - ke bekurdî ebête sewł - îsti’are bû bo bejin û bała. bełam îmaj zyatir şexsî û tekîye û her şa’îre bo xoy îmajêkî heye. hełbet îmajî waş heye ke hemû şa’îrêk ya zorbey şa’îranî nwê bêj kełkî lê wer’egirin. dû nimûne exeyne berçaw ke şar kirawe be’îmajî sifet û bê bezeyetî û pareparêzî û nizmî xû û řewişt. şa’îrêk katê qise legeł me’şûqekeya eka ełê:

:tewarî besamî kejî kurdewarî

:becwanî dilêr û benazî kenîşkane têr û teyarî

:desa beşqî xwa bes ke tawê

:be kewlence şêt û çewaşem meke

:demê lêm geřê

:serincim demêke

:zułałî nemawî çepełgay herasankerî gewre şare

:biła ba le çawî geş û rûnî dû çawî şînit

:ke her wek zirêbarî ber tawwisawî beyane

:meley dem!

 

şa’îrêkî tirîş her lew kateda ke derdedłî xoy belay diłberekeyewe eka, ełê:

:gułim dełêm biřom le şareket

:le şarî çaw le ber çiray nê’on şewareket

 

hîwadarim kak wefa wełamekanî gwê lê bûbê û pesnidî kirdibê. ta ḧewtey dahatû be xway gewretan espêrîn.