awat nawêkî xoşe

Li pirtûka:
Tapo û Bûmelêɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 6 Xulek  1262 Dîtin

herke ferhad hat û danîşt zanîm şewêkî xoşman le pêşe. min mawey sałêk bû lew awayîye sipay zanist bûm, kemtir kes nawî minyan ezanî. her pêyan ekutim aẍay sipa ya aẍay mudîr. min le sinewe çûbûm bo mukiryan û beřastî lew maweyeda bibûm be’ewîndarî ew hemû cwanîye des lê nedrawe ke hîç pełe û xeşî têkełayetî têda berçaw nedekewt. xusrew kuřî aẍa bû ke le taran geřabowe û hemû êwaran emdî bebergî efendîyewe, pêçêkî kurdî leser bestibû û çend kitêbî bejêr baweşewe girtibû, eçû bo çinaristanekey ewberî řûbare biçûkekey awayî. wefa û meḧmûdîş hevałî min bûn ke hatbûn serim lê biden. komełî awayî ewende biçûke ke to etwanî henasey danîştuwanî hest bikey. herçî heye le berçawe. tenanet çawdagirtinî gencanî û jwanî paş mang hełatnî nîweşewanî. dê ewendet legeł ebête xomałî ke zû bezû pirêskey diłît bo ekatewe û etka behawbeşî bize û xoşî û xem û peroşî. leber’eme latan seyr nebê ke her ew řoje ke wefa û meḧmûd beserî řût û bergî şarîyewe her kam becantayekewe lew utumbîle ke karwanî nêwan dêhatekanî ekird dabezîn û leber dergay qutabxanekeda ke jûrêkî kirabû be hodey ḧesanewe û xewî min, tep û tozî řêgayan le xoyan tekand. xusrew em hewałey zanî û hêşta min taybetîtrîn pirsyarim sebaret be«behar»y dezgîranim mabû ke le hevałekanmî bikem, ke xusrew peyda bû.

zor zû, zor mebestiman dozîyewe ke her çwarman emantiwanî le bareyanewe bidwêyn. le basî sînemawe dest pê kira û xusrew begurcî biřway hemûmanî hêna ser ewe ke fîlmî baş le şeřî baş kemtire. paşan basî wiyetnam û efrîqay cinûbî û rodzya kira û hemû emanzanî bazre bûyn û weser xomanî nahênîn. lam waye wefa bû leber xoyewe kutî:

«mala yidirk kile yitirk kile». min wîstim biłêm hełet kird, bełam bizey ser lêwî têy geyandim ke hełekey be’enqesd kirduwe û eyewê biłê serê ke nayeşê le pirêskey mebeste.

meḧmûd kutî: «yidirk» řîşekey kurdîye û le mesderî dirkandinewe hatuwe û îtir bom derkewt ke bas naçare berew herêmêkî tir lê xuřê û çi herêmêk cwantir û her legeł cwanîya bê azartire le herêmî bijwên û sewzî ewîn. hestim kird minî xanexwê leserme seretay basekan damezrênim, bełam etirsam neka le layen ew sê gence řûnakbîranewe bikewme ber hêrşî twanc. řastîyekey pêm xoş nebû dîsanewe bo hezaremîn car gwêm le kawêjî wişey burokirasî û pêç û morey damezrêner û em base piřupûçane bibê. herçonêk bû lêbřam beçeşnê ke hestyan nejakênê, baseke bigořim. le xusrewm pirsî legeł kiçanî zanistigeda nêwanî çone, witî «bêrnardişaw, nûserî îngilîzî ełê: kiç dû taqmin.» wefa boy tewaw kird: «ya cwanin, ya zanistigayîn» û hemûman pêkenîn. em pêkenîne řêgay bo min kirdewe ke zyatir leser baseke biřom: «řastî kuřgel sebaret be’ewîn biřwatan çîye?» hersêkyan beyekewe kutyan: «ewîn?» û min řaçłekîm û xom amade kird bo hêrş: «bełê ewîn. meger şitêkî seyrim pirsîwe.» xusrew ke emey le derebegî bo mabowe zor qise bika û kem gwê bigrê, kutî: «ewîn necîb zadeyekî lêkewtuwe ke emřo kes xetî naxwênêtewe; ya melêkî germên û kwêstanker buwe ke sedeha sał lêrewber berew germên buwetewe û hêştaş negeřawetewe. xwa ’alim kam řeşebay tund bałî şikanduwe, ya kewtote ber şaławî kam şimqařî kotirxor?»

meḧmûd leber xoyewe kutî: «berew řojhełat çuwe û lewê hêlaneyekî germ û nerimtirî dirust kirduwe.»

wefa pirsî: «mebest le ewîn çîye?» û min bom şî kirdewe: «mebest xoşewîstî nêwan kuř û kiçêke, ya lanî kem lêreda mebest emeye.» tûře bû kutî: «to le keyewe bem bê derbestîye kufir ekey? çî bote hoy eme ke bûy bepûşî ser aw?»

beser xom nehêna û kutim: «ewîn eger ewînî řastî bê yekcar cwane û lew şitaneye ke em hemû henase kêşane, em jyane bê bar û bê akame leser pyaw sûk eka.» xusrew kutî: «baştir bû le şara bimênêtewe û defterî bîrewerî bo kiçan binûsê.» wek eme le twancekey tênegeyştibim, kutim: «mebestim ewînî řomantîk nîye. ew ewîne ełêm ke leser řasteqîney jyan damezrawe.»

wefa ke hêşta řiqekey danemirkabû kutî: «jyan? kam jyan? hî ew kesane ke beqamkî dest ekirê byanjimêrî? to le kwêy kakî mamostay minałan? min lew katewe ke hatûm, bonî naxoşî geřek û kołanî řê azarim eda, to xerîkî lem hodeda ke sêberî minałî hejar, wek gyanî sergerdan semay têda eka, tedarekî bałey «deryaçey qû»m bo egrî?»

kutim: «wefa, şew kiř û keře û nîwe nûzey to begwêya naçê. ke wehaye hera meke ba lanî kem dengit nenûsê.»

xusrew emeşî her le derebegayetî bo mabowe ke lay wabê keyxudayî û biřyarî dwayî mafî ewe. kutî: «şewgar dirêje û ’ebdał betał. basêkî tir bikeyn.» bełam wefa wek byewê kenar bigrê, hesta û xoy beseyrî derk û dîwarekewe sergerm kird. maweyek leber dîwarêkî hodekema westa û paşan kutî: «gwê bigirin! min daykim nexoşe. nawim awate. aẍay mudîr ełê awat nawêkî xoşe. ełê to be’awat egey. awatim emeye, bawkim emřo ke geřawe bo mał, ewendey pare hebê ke daykim berê bo lay duxtûr.»

em çend dêře qutabîyekî min leser dîwarekey nûsîbû.

bêdengîyek bałî beser hodekema kêşa. şew le derewe řeştir dyar bû û zor ḧestem bû kesê le ême lew kateda biřwa bika melî ewîn egeřêtewe û le pena şetawêk enîşê û zemzemey awazêk piř begerûy emasê.