le xizmet qazîya larîm nîye bo ser çi cay małim
mê’racî amal
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
1013 Dîtin
le xizmet qazîya larîm nîye bo ser çi cay małim
çi ḧîkmet bû îşaratî ke fermû bo şîfay ḧałim
fîday teşrîfî řêget bê xeracî mułkî can û dił
nîsarî tozî berpêt bê řewacî ’umrî sedsałim
demêke çaweřêy surmey ẍubarî koyî xûbanim
be xakî meqdemî to nayîlî mê’racî amalim
leber tewqî wefa demkut ke qumrî serwî bałatim
leber tengî qefes ḧeyfê diřî cem’î peř û bałim
be ḧukmî xote îmza bo mulaqatî şeřefyabî
le herlayê defermûy ḧazir û muştaqî bałatim
le xizmet xan û serhengida sîlaḧim fewcî serbaze
du’a sułtan û yawerme lebo sertîpî eqwalim