beşî nasînî namerdî le kesda merdî nabînim

derdî giran
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
 1 Xulek  949 Dîtin
beşî nasînî namerdî le kesda merdî nabînim
lelayêkî ke řûgermî nebê diłserdî nabînim
çi řûspyek be řûsûrî le botey îmtiḧan derçû
diro nakem be wechî řastî řûzerdî nabînim
le kend û řendî ’alem qet mepirse ger xîredmendî
xuda hełnagrê řendim nedîwe kendî nabînim
le kes wirdîm nedîwe ta diriştî pê nimayan bê
kesê biřwêş deka û lafî deqîqewrdî nabînim
gelê kes destî ça deřwa wekû ça abřûy řoyî
bełam bo dîn wekû dunya be destubirdî nabînim
ewey ’arîf bû deyzanî emin çim dekut û lam başe
dełêm zahîd be dara çê emin wek berdî nabînim
ḧerîqNasnava edebî derdî girane derdî bê hawderdîyêtî wa
le hawderdê geřawim ḧeyfê hîç hawderdê nabînim