xuda tobe ledes şoxê ke wextê ’îşwe denwênê
parsengî ḧeya
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
1914 Dîtin
xuda tobe ledes şoxê ke wextê ’îşwe denwênê
serî tobey mela û zahîd be nobey cîlwe deşkênê
situnî qametit řagirtuwe bo xêwetî dînim
xuda bo tûlî ’umirit ew tenaf û dare nepsênê
le řemza ḧîkmetul’eynî îşarey çawî bîmarit
be qanûnî edeb ayey şîfa bo ême dexwênê
nexoşî derdî hîcranim wîsalî toye dermanim
şîfam naye meger bênê nesîmî perçemit bênê
xeyałî newbehar û seyrî gułzarî ’ezîzanim
gehê bo řûy guł û gahê lebo sebzey xetim dênê
zirêy zulf û mujey tîr û biroy şimşêrî řakêşa
le zumrey aşqanî xwênbehay řuxsarî destênê
leřêy badey pyałey çaw û şîşey gerdinî saqî
kesê ger abřûy bê řenge camî ’eyşî biřjênê
dezanî bo terazûy zułfî sernaka lehîç lawe?
be parsengî ḧeya destî lemîzana debziwênê
ḧerîqîNasnava edebî narî hîcran û ẍerîqî eşkî ḧîrmanim
eger ew bê dexnikênê, eger em bê desutênê