xeyałit munḧesîr bû ey diłey ẍafił le dinyaye

diłî ẍafił
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
 2 Xulek  1757 Dîtin
xeyałit munḧesîr bû ey diłey ẍafił le dinyaye
nedamet bû netîcey axrî em şor û ẍewẍaye
ewa lazim bû serxoşî, le to ey dił ke serxoşî
be badey ẍafłî bêhoşî derdit qet şîfay naye
’eceb bot bote zistan zemherîrî barî ’îsyanit
ke şik nabey çi sermaye, dełêy wey wey çi sermaye
be destî dêwî nefsim dił wekû murẍî bê peř, waye
wekû perwane bo şem’î telesmî ew, bê perwaye
ke tifłî ’îşqî bê meşqim lenêw bazařî sewdaye
be ew sewdaye serxoşe dełê karim le sewdaye
heta şeytan mudebbîr bê, mu’eddîb nefsî załim bê
’eceb kewtote dest załim umurit ’eynî zułmaye
xuda řebbî necatim dey le des em dêwî bêřeḧme
ke wa wek dujminî xwênî bedaym lêm bedawaye
xeyałatit hemû peşme wekû řîs û gurîs waye
heçî deykey dełên hey hey fiłanî çende řîswaye
ke xałî bê diłî ’aşiq le badey ḧubbî me’şuqî
bexořayît newê çake wekû şîşey şikaw waye
mebe talb be zułfeynî be mîslî şikłî la waye
eger lewlaye xot ladey lelam teḧqîqe ewlaye
le qapî astaney muřşîdî eřşed «’elî ’alî»
lewê řûḧit fîda ke to necatit her lewê daye
wekû perwane bo şem’î cemałî ew ke muştaqim
be teswîrî ḧerîqNasnava edebîm hênde sozî ew le diłdaye