5

Li pirtûka:
Las û Xezaɫ
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 12 Xulek  2053 Dîtin

las serî hełgirt û řoy, řûy kirde herêmêkî kwêstan ke zor le bałekayetî dûr bû, katê geyşte wê temaşay kird ke bêrî xerîkî meřdoşînin we pyawêk ke wa der’ekewê gewrey xêłeke bê legeł dest û pêwendekanî řawestabû.

― kuřîne min ew lawem lêre nedîbû!? lam waye apure bê, ebê bangî ken bizanim karî çîye, bangî ken!

― ehay kuře were êre xan karî pête.

― selam qurban

― selam kuřim selam, biłê bizanim xełkî kwêy? karit çîye lêre?

― qurban gencêkî ẍerîbim, le kar egeřêm, kemêkîşim xwênduwe.

― eha... zor başe kuřim, emin řatdegirim etkem be mîrzay xom.

― xuda řawestawit ka gewrem.

― ke wehaye her êsta biřo ser kar biřo... řastî biłê bizanim nawit çîye?

― nawim lase qurban.

― las? zorbaşe.

― biłê bizanim xełkî kwêy?

― xełkî bałekayetîm gewrem.

― ke wehaye eḧmed xanî mezin enasî!?

lam waye toş be şanazî lasî kuřî eḧmed xanewe nawyan nawî las... bełê? bełê qurban

― zor başe, zor başe, başe her êsta biřo ser karit, xerîkî karit be biřo.

― beser çaw gewrem.

***

― daye eto ew kuřet dîwe ke taze bote mîrzay bawkim!?

― bełê kiçim dîwme, lawêkî yekcar cwan û bałaberz û pêkewtuwe.

― min zor tarîfî lasî bałekayetîm bîstuwe bełam baweř nakem ewîş le cwanîya bigate em lawe, behełkewt nawîşî lase daye gyan, û xełkî bałekayetîşe.

― kiçim to xot ezanî min hemîşe meḧremî nehênî to bûm, to le baweş minda perwerde kirawî, cige leweş min xizmetkarî binemałey êwem hełbet namewê to nareḧet bî bełam kiçim wam hest kirduwe diłit dawe bem lawe.

― meger îradêkî heye daye!?

― erê kiçim, to kîjî xanî, û ew kuřêkî hejar û bêxanedane, êwe bo yek nabin, û bawkit hergîz řazî nabê to bida bew kuře.

― daye diłî ewîndarî key lem şitane defkirê, baştir nîye le batî ewey amojgarîm key, karê bikey las le ewînî min agadar bê.

― agat le xot bê kiçim, to xerîkî karêk ekey ke hem serî ew û hem abřûy binemałeketî têda deçê.

― daye gutim ke min be fermanî diłim ecułêmewe û le hîç kesêkîş bakim nîye.

― zor başe kiçim bizanim çim le dest dê.

***

― selam mîrza, ewe lêre çî ekey?

― eh ewe toy daye,? de fermû danîşe fermû, xerîkî xwêndinewey leyl û mecnûn bûm.

― min ew beserhatem bîstuwe, û katê ke xezał minał bû hemû şewê em dastanem bo egut ta xewî lê dekewt.

― ax... h... xezał... xezał... şazadey cwanî

― çîye mîrza wa dyare řengit hełbizirka?

― oh na... na daye şitêk nîye, were danîşe ba bot bigêřmewe ke leyl û mecnûn çon aşqî yektir bûn.

― ha ewe danîştim dey ca fermû!

― kuřêkî ’ereb bû be nawî qeys le xêłî ’amir. zor bedesełat bû lawçak bû... lew katewe ke las řoy, 5 sał tê epeřê hemû le dozînewey las hîwabřaw bûn: bira çikolekey las ke nawî hebas bû tê geyşit xûřewştî tewaw wek bawkî eḧmed xane, behêz û bêbezeyî û pyawî şeř û meydan lew maweyda şemî xêzanî eḧmedxan nexoş kewtuwe ke xanî dawa kirdiwe pêş mergî zemawendêk bo hebas řêk bixa.

eḧmed xan pyawî behemû layeka narduwe, le akama xezałî kiçî ew. xaney pê baş buwe ke las be nokerîy lelayetî... xan û hebas û dest û pêwendêkî zor saz bûn biçin xezał dyarî ken...

― zor bexêr hatin... ser ferazit kirdim, min biçûkî tom qurban, fermanit leser serme.

― to biray minî xan, sipast dekem em çend řoje mîwandarêkî başt kird, bełam pêm xoşe bizanî min boç hatûm!?

― małî biçûkî xote gewrem, emir ke fermû.

― hebasî kuřim katî jinhênanyetî, kuřêkî başîşe emewê be biçûkî xotî qebûł key û xezałî kiçtî bideyey.

― serwerzadey mine qurban, bo min şanazîye ke kuřî xanî mezin be kiçî min řazî bê.

― zor mebareke, zor mebareke, ke wehaye hebas biřo destî xezûrit maç ke.

― beser çaw qurban...

― ha... pîroz bê, pîroz bê

― ... tiq... tiq...

― las qey naka were jûrê.

― mebarekit bê xezał.

― mebestit çîye las!? min şitêkî tazem nekřîwe.

― na şitêkî tazet nekřîwe, be mêrdêkî taze firoşrawî.

― em qisane çîye las!? meger le bîrit çotewe min û to peymanman bestuwe!?

― emewê diłnya bim gyanekem pêm biłê bizanim to minî hejarî nokerî bawkit heł’ebjêrî yan kuřî xanî meznî bawkit... ha!?

― min karim beser emewe nîye ke ew kuře kêye? we bawkîşim kêy pê xoşe, çunke lepêşa bełênim dawe be to, meger dił ekirê be çend kutewe las?

― ba řakeyn xezał, lêre biřoyn, biçîne şwênêk kes nemannasê.

― řakeyn? axir bo kwê meger eguncê?

― oh... na... na gyanekem, min nazanim ełêm çî lêm bibûre.

― eger to pêt xoşe, min qisêkim nîye, amadem bo her kwê biłêy legełit bêm.

― na xezał na, baştire çaweřê bîn bizanîn çî pêş dê carê be du’a gyanekem...

― bedu’a las...

***

― ax, ta êsta kê gîrî way kirduwe? birakem bote berhełistim, bełam ew çûzanê, wa dyare min be hîç barêka řaḧetîm nîye, emeş nehatêkî tir... eh... ew pyawe minî dî, eger bizanê le hodekey xezał dême derê kareke be tewawî xirap debê ba xom bişarmewe...

― ew pyawe kê bû!? min be çawî xom dîm le hodekey kiçî xan hate derewe... bo kwê çû ebê bigeřêm û bîdozmewe...

― ey xo ewe pyawekey bawkime xerîke bimdozêtewe... baştire be mistêk bêhoşî kem ba kemêkî tirîş bête pêşewe... ah ew car çake.

... bimbûre naçar bûm... êsta çî bikem!? baştire be koł xomî dadem û bîbeme hodekey xom heta dêtewe serexo...

― ax... ax min bo lem hodeyem!?

― to lelay minî ’ezîz.

― to qurban, to!? to lêre çî ekey? ey xudaye zor şukir ke çawim be to kewtewe.

― s s sit, hêwaştir, ’ezîz beserhatî min zore, êsta hemût bo degêřmewe, gwê řagre! katê min le bałekayetî wederkewtim...

***

― bîstûme lawêk le bałekayetîyewe hatote lat û nawî lase. eme řaste!?

― bełê serwerim, bełê, kuřêkî yekcar başe min řamgirtuwe kirdûme be mîrzay xom.

― ox xudaye biłêy eme lasî kuřî min bê.

― xan pêm xoşe bîbînim, lam waye ebê le dayk û bawkî torabê.

― qurban be çeşnî xoy ełê, dayk û bawkî mirdûn, hîç kesî tirîşî nîye.

― eha...

― min dîwme gewrem, lawêkî lawaz û bêdenge lam waş nîye xełkî ew bałekayetîyeş bê, çunke min nemnasîyewe.

― ah ew hîwayeşim be hîç derçû, zor başe, zor başe ’ezîz kewaye qeydî nîye.

― «baş bû bangî nekird, dena las way dezanî min řastîm pê gutuwe».

― qurban gencekan eyanewê biçin bo řaw, hebasîş amadeye, aya mawe efermûn!?

― hełbet hełbet xan, bo lawekan hîç şitê le hełpeřkê û řaw xoştir nîye.

― sipas mîrim ke wehaye kuřîne swar bin ba biřoyn.

***

― ehay kuřîne řaw bese îtir berew mał ebînewe egeřêynewe bo mał, bełam na... na řawestin bizanim ew kabraye kêye ke ew gułe kêwîyane eçnê û çepkeçepkeyan eka... eha kuře were bizanim ew gułanet bo çîye? were bizanim.

― xudaye hebas çend gewre buwe, bote pyaw, biřwane herwek bawkim ferman eda, bełam xwa bika bem çeşney ke min xom gořîwe nemnasêtewe.

― hay legeł tome kuře... were êre meger keřî?... biłê bizanim nawit çîye?

― nawim lase gewrem.

― ha... h... bê cat kird ke nawit lase, las tenya laseşořî bałekîye, ewîş biray mine.

― bo min şanazîye ke hawnawî biray êwe bim.

― em... ew gułanet bo çîye?

― gewrem deybemewe bo dezgîranim.

― ha... h; gwêtan lêye kuřîne, emeş dezgîranî heye... ha... ha biłê bizanim dezgîraneket nawî çîye!?

― «ew kuře bo wa bê’edeb buwe katê min hatim wa nebû».

― boç lał bûy? pirsîm nawî çîye?

― o... nawî xezałe gewrem.

― uh xudaye kareke xerîke xira debê.

― h... gutit nawî xezał!? xezał nawî dezgîranî mine.

― gewrem naw hemûy î ademîzadin, be bejnî kesêkî taybet...

― ha... demit bibeste çepeł, hay kuřîne werin, werin xêra ken leber çawim gumî ken lêy biden kuřîne.

***

― gewrem, min amadem řûbendêk be řûma dadem û deçme meydan.

― řûbendit bo çîye kuřim?

― qurban namewê bimnasin, ełêm neka xanî mezin pêy naxoş bê nokerêkî to deçte meydanî kuřekey.

― bełam kuřim agat le xot bê, hebas hem pałewane hem zor bêbezeyîye, řaste eme bo taqîkirdineweye, bełam eger řiqî hestê lewaneye bitkujê.

― diłnya be gewrem. agam le xome, dey ca eger mawe bifermûy min biřom.

― xwa agadarit bê biřo

― ha kê heye legeł min dest û penceyek nerim ka? kes nîye?

― min amadem, eweş şimşîrekem.

― ha... h... ha... meger to dizî ke xot lejêr em řûbendeda şardotewe? ha...

― demit bibeste û baskit bixe kar, hêndeş pê mekene etirsim ledwayîda bigrî!

― oh zor be xot denazî, bem řûbendetewe hatûyete meydanî min! xot bigre bo şimşîrekey min... ha... were bizanim...

― ha... min namewê birîndarit kem...

― to minit şikist da, ha bimkuje

― na... to biray minî heste... heste min natkujim, eme yarîyekî dostane bû, bełam amojgarîm eweye dest le xezał hełgirî, emeş şimşîrekey min bo to...

***

― ’ezîz, min dengî ew pyawe çarepoşrawe ke hebasî şikist da zorim begwê aşna hat, xurpey xiste diłmewe, etgut dengî laseşořî kuřme, dest û burdîşî her lew eçû.

― çît ’erz kem qurban, las şeş sał ebê bê ser û şwêne, baweř nakem ew bê, bełam...

― bełam çî ’ezîz? to şitêk le min eşaryewe ew řojeş ke ew kuře legeł hebas şeře şimşîryan bû. to zor ałoz bûy, min başim ezanî ke bîrit belayekî tireweye, tikaye, tikaye ’ezîz, ebînî ke min tikat lê ekem, bawkêkî diłsûtaw ke hergîz tenanet bo çarenûs serî danenwanduwe tikat lê eka, ’ezîz tikaye eger şitêk ezanî be minî biłê!?

― qurban to serwerî minî... na... min natwanim le toy bişarmewe, ew gence lawe kuřî toye.

― ax xuday gewre, xuday gewre sipas bo to, sipas bo to xuday gewre, edî ’ezîz boç emet zûtir be min nedegut? êstaş xêra ke ba biřoyn, emewê las le baweş girim pêy biłêm ke daykî le řûy ewa çi řencêkî kêşawe.

― bełam qubarin şitêkî tirîş heye ke ebê pêt biłêm.

― na... na... ’ezîz na... êsta katî hîç qiseyek nîye zû ke babřoyn.

***

destit xoş gyanekem, başt tembê kird min le pencerewe agam lê bû.

bełam pêm xoş nebû. ew gence, birya em kare řûy nededa.

― to ełêy çî las? meger her ew lawe bêşerme nebû destûrî da nokerekanî darkarît ken? to boç diłit boy esûtê?

― nazanim gyanekem, xoşim nazanim...

― ha... to... to lelay dezgîranî min çî ekey!? pyawî bêşerim ha...?

― tûře mebe hebas, ême herdûkman heyn le xoy epirsîn, lêy depirsîn bizanîn kamman heł’ebjêrê?

― min las heł’ebjêrim

― hey kiçî pest

― min bedłewe řiqim le toye

― bigre eweş sizay to...

― pyawî pyaw hergîz xoy le afretî bêhêz nageynê bełam wa dyare to le pyawetî hîç beşêkit nîye.

― êsta têt’egeynim ke kê pyawe

― ebînî ke min şimşîrim pê nîye û legeł toş namewê beşeř bêm.

― bo min ferqî nîye, her etkujim... ha bigre

― şimşîreket berde dena destit wird dekem

― berî nadem her detkujim

― carêk bes nebû ha!?

― ha- hay destim ber de... ax

― aferîn birakem aferîn êsta bûy be kuřêkî baş.

― dest řagirin... dest řagirin... las dest řagre.

― ax xudaye bawkime... ’ezîzîşî legełe wa dyare hemû şitêkî pê gutuwe...

― katêkî başe, êsta ebê bem şimşîre bîkujim ha, bigre...

― ax... ax... ax

― çît kird małwêran, lasî biray xotit kuşt le’net le to hebas.

― las... las... lasî biram... las... las bira gyan...

― kuřekem las... çawit bikewe min... minim bawkî kiłołit... las... hêşta to zor gencî, tikaye las cêman mehêłe... biřwane las... biřwane min bawkitim... ’ezîz... tewaw buwe

― las... las çawit bikewe...

― pirşingî jyan le çareya nemawe... of çende çarenûsêkî tał bû mergî birayek be destî birayek...

― las birakem las... çawit bikewe... min tom kuşt las...

― ’ezîz destûr bide be guław meytekey bişon.