dyarîy toye

pêşkeşe be awdêrî ciger goşem
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  718 Dîtin
dyarîy toye ey «awdêr»y baxçey hîwakem!
zerdexeney lêwî xozgem, korpe sawakem!
lomem eken çon bû be to şî’irim necoşa,
deryay qûłî xoşewîstim, naxî nexroşa?
boç firîştey nustûy şî’irim bê řaçenîn bû?
legeł yekem giryanî to, bê pêkenîn bû?
ezanî bo, berxolekem! xunçem nepşikût
beşne bay fênkî wek şemałekey řût?:
şî’rîş wek to, minałêke, zadey henawe
bałdarêke û le hêlaney jana xułqawe
gewherêke, be naw deryay azar û derda
ebê biçim, têr bigeřêm, takû serhełda
şî’rîş wek to korpeyeke nazdarusawa
wekû pişko geş enwênê le tîn û tawa
şî’ir lay min, bizey lêwî qaqay zamêke
wekû nîşan leser singî řê û peyamêke
şî’rîş ebê wek tow jyan tînûy tasebê
berle hatin xawen cûłe û bay henase bê
cakewate çon emtiwanî şî’rê dařêjim
damirkênê giřî tînûy mebest û çêjim
wek biłêse coş nesênê agirî hestim
germ nabê bo pêşwazît koşî hełbestim
ca ew soze û hełbestî wa bo gilêney çaw
çon dête dî beserpê yî herwa le nakaw
xot ew şî’rey le dîwanî jyanî mina
ew gewherey lebin deryay hestî bê bina
toş bimbexşe ke wa nemwîst le seretawe
şî’rê danêm, dił pêy biłê: hełpirûzawe