le yadî şêx selamda

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  530 Dîtin
selam! hezaran selamî gyanî le şwên û nawit
bo yadgarî ta ser benirx û berzî cê mawit
awêney řûnî dîwanî şî’rî piř soz û taset
enwênê wêney hestî peng xwardûy deryay henawit
gerçî ew bawkey koçî ḧew kuřî êsk sûkit dî
ta şî’rî cigergoşet bimênê, emênê nawit
zor diřkî tîjî şî’irit çeqane gilêney xwên mij
gułî ser singe bo řeş û řûtî zor lê kirawit
hełmetî to bû beramber «diroy zorî be lêşaw»
wêłî řastî bû tîẍî zimanî hemîşe sawit
hêrşî to bû boser efsane û şitî piřupûç
bê ewey ke wa gwê beyte girê û qortî ber çawit
to bûy nûserî çîrokî cwanî «cûlekey kołgêř»
nirke û nałe bû bo xak û awî dagîrkirawit
ew heste germet leřast bêgane û dagîr kerana
cêy serberzî bû bo gelî kurdî dîl û çewsawet
şa’îrî kurdî mestî badekey naw pyałey «xeyam»
legeł hełbesta ejî sereřay çawî lêknawit
to bûy «xeyam» û «nexe’î»t nasî be edebî kurd
le şewezengî xerafatîda tîşkî hetawit
gerçî le dinyay erkî wezîfe û řêy guzerana
fermanberêkî biçûk bûy ełê ḧałî şêwawit
herçen tomarî jînî toy nemir derdî serî bû
jimarey naye diřk û dałî řê û zîndan û dawit
meger be tenha her dîwanî to û hawderdekanit
bizanin xem û pejarey xest û derd û zuxawit
ger xwa nexwaste toş her wekû zor le xofroşan
be nirxî herzan bitfiroştaye awî nawçawit
toş wekû ewan towî napakît ger biçendaye
hełbet her tełay řût ebû berî dêm û berawit
bełam lelay to ew şitey ke pêy ełên keramet
serî biłind bû, wek lûtkey kêwî berz westawit
şerbetî destî sûrî dagîrker kewser bwaye
to lewane bûy netewê lecêy qumê befrawit
beste le dinyay şî’ir û nûsîn û bîr û baweřda
berew hîway kurd cêy şanazî bû behrey hengawit
ey řakşawî girdî seywanî ax û daxî min!
çawê hełbiře bo milekewey şîn hełgeřawit
bizane axo birînî kone û nwêy em wiłate
sarêje, yaxû lêy etkê xwênî cergî biřwat