3
lepaş ewe çend mudetêk le lay tîcarî aẍam mamewe. mwazenem kird, le lay ew danîştin bo min fa’îdey nîye. hełsam legeł karwan le şar derçûm, řoyştim bo qezayekî tir ke daxłî ew lîwaye bû. ke geyştime merkezî qeza heqîqeten cêgeyekî xoş û hewayekî letîf û bax û baxçeyekî cwanî bû. emma me’el’esef naw kołanekanî le kemałî pîsîda bû. piř bû le mecarî û aweřo û zibił û pîsayî. beme heqîqeten diłteng û ’aciz bûm. tê fikirîm bo çî şwênê hênde bax û gułzarî tyada bê we le cemalî tebî’etda wekû beheşt bê, ke çî wa bê qedir û qîmet seyr bikirêt? lepaşana tê fikirîm ke aya em qezaye bê beledye bê? we eger beledyey tyada mewcûd bêt, kê bê ře’îsî beledyey? aya eger xełkî em qezaye bêt, çon řî’ayet û çawdêrîy nakat?
paş ewey le çayxaneyek hêndê îstiraḧetim kird, înca çûm be şwên hodeyekda bigeřêm bo ewey îstiraḧetî xomî tyada cêbecê bikem. hodeyekim dozîyewe be pareyekî herzan. şewê tê fikirîm ke aya lem qezayeda çon guzeran bikem? ke bîrim kewtewe xo min kwêre xetêkim heye, ey bo neçim bo seray ḧikûmet we be îstid’anûsîn nanê peyda nekem? paşan tirsî ewem lê nîşt ke îcazem neden.
beyanî, be kemałî meraq û şiłejawîyewe, řûm le sera kird. her řewşuřût û ladêyî bûn, wek şare mêrûle be yekda ehatin û eçûn. ke çawim gêřa tenha dû sê ’erzuḧałçî mewcûdin, ke be sîmayanda û xełkî dewryanda, ewza’yanim be xirap nezanî. îtir minîş qisûrim nekird, her lew nizîkane çen tebeq kaẍez û dû sê ûç û hêndê merekebim kiřî û le sûçêkî ber derwazey serakeda derga û dûkanî xomim damezrand. řisqî ew řojem tenya îstid’ayek bû, bełam xwa emîşî be xêr bo negêřam.
çaweřêy ewe bûm, ’erzuḧałî yekemim mecray xoy bigrêt û ře’îsî da’îre bîxwênêtewe. êstaş bom ḧel nebû, aya leber xirapîy xetekey min bû yaxu ře’îsî qezake nexwêndewar bû. ḧasłî be her eḧwałêk bû xwêndibûyanewe. boy me’lûm bû ke meseley îstid’ake lecyatî ewey ke binûsim «ḧeywanekanim jimare kirawin û dû car qoçanyan bo biřawe, meẍdûrim.», nûsîbûm «min dû taqim ḧeywanim heye û her tenya taqmêkî jimare kirawe. îstirḧam ekem, řef’î meẍdûryetim bifermûn!»
ře’îsî da’îreke emey dîbû, be ḧîddetewe řûy tê kirdim.
- kuře kabra to xełqî kam wiłatî?
- qurban esłen xełqî em wiłatem.
- em destibřîne çîye? to madam nazanî binûsî, bo çî xot kirduwe be ’erzuḧałçî? temaşa ke bem xete pîse, em îstid’aye bême’naye nûsîwte? lecyatî bo řef’î meẍdûrîyetî em feqîre binûsî, zyatir meẍdûrit kirduwe. her êsta ḧewałey polîsxaney ekem û ewraqit leḧeq bigirin. emca çawit be xot ekewêt, be qanûnî ’eşayr çonit meḧkûm ekem ta îtir lemewla kes emane nekat!
ke nawî qanûnî ’eşayrî bird, te’ecubim kird, çunke bîstibûm qanûnî ’eşayr mexsûse bo ewey ke şeřêkî muhîm le beynî dû ’eşayrda waqî’ bêt, qetił û qîtalî têda kirabê be meḧkeme qabîlî ḧelkirdin nîye. yaxud bo meseleyek ke eger be qanûnî medenî bikirêt bo syasetî ew mewqî’e zerer bêt, emca be qanûnî ’eşayr ekirêt.
zor tirsam witim em meseley mine zor muhîme.
be tirs û diłelerzewe ’erzim kird:
- qurban min ’eşayr nîm û ře’îsî ’eşayrîş nîm. feqîrêkim bo xom kasbî ekem, min heqim çîye beser qanûnî ’eşayrewe?
- a kuře! kê lewêye?
fewren dû sê ḧazir bûn. witî:
- dey nextê demûlûtî bikutnewe!
bê edebî nebê qederê demulût û çawim be şeqazle te’dîb kira.
ewraqekemî ḧewałe kird û day be destimewe. ke tê fikirîm ew xete pîsey min, hêşta zor le xetî ře’îs cwantire. le diłî xomda witim: «xuda! qudret qabîlî toye! yekê leser xet naşîrînî muḧakeme dekirêt û yekê leber xet naşîrînî mes’ûd buwe û bextyare?!»
ḧasił birdimyan bo polîsxane, lewê teqrîryan wergirtim. kabrayek ke nextê dostim bû, bû be kefîlim û be kemałî ’aczîyewe geřamewe, çûme ew hode xanuwey ke be kirêm girtibû, danîştim. êware leber ’aczî nanim pê nexura. şewê, kefîlekem hate lam witî:
- ’ezîzim ’aczî fa’îdey nîye, hełse biřo ’îlacî xot bike!
- ’îlacim çîye?
- paret heye?
- bełê!
- ře’îs mu’temîdêkî heye, biço teşebbusî pê bike!
- axir naynasim?
- meraq meke! min dêm letekta.
xolase hełsayn çûyn bo małî kabray mu’temîd.
ke tê fikirîm dîwexanêkî dirêjî heye ke piře le kêç û espê û dûkeł însan kwêr ekat. xoy le sedrî meclîsewe danîştibû. małamał ew dîwexane, piře le însanî řewşuřût. wam bo me’lûm bû ke hemûyan wekû min le muxateredan. we bo řef’î ew xetere ke le řêgayandaye beẍeyrez ew dîwexane pîse, melce’î dinyahêkyan nîye. çunke hemû kes întîzarî ekird ke sa’îre hełsin we xełwet bêt, minîş le ’eynî ew fîkireda bûm. emma leber ewey ke xofî min le hemûyan zyatir bû we yaxu teḧemmulim bo ’ezabî kêç û espê û dûkeł hebû, le hemûyan zyatir le danîştida subatim kird ta hemûyan hełsan. we be meḧremane şerfyabî ḧuzûrî mu’temîd bûm û ewey lazim bû cêbecêm kird û geřaynewe!
sibeynê temaşam kird ke çûmewe polîsxane, gezî çî û cawî çî? ewsa ke be pêwe ewestam, êsta dam enên! ewsa ke beḧał meydanî qisem bû, êsta muntezîrî giftugoy minin! xom pê negîra le qomîserim pirsî:
- emřo xom zor be muḧterem ebînim be ’eksî dwênê, eme çîye?
- bexwa minîş nazanim! ewende heye êsta emrîkman le cenabî ře’îsewe bo hat ke fiłan kesî îstîd’anûs ke ewraqî bo êwe ḧewałe kirabû, ewraqekanî î’ade bikenewe bo xom û zor îḧtiramî bigirin! êmeş mecbûr bûyn be îta’etî emir û ḧeqîqet em meseleye wekû mu’cîze waye!
řastîşî ekird, qomîser xeberî nebû, emma xom agam lew mu’cîzey ew şewe hebû ke kirdibûm.
qomîser witî:
- ře’îs way emir kirduwe ke teşrîf bênin bo meqamî ewan! minîş hełsam û çûm û ře’îs fewqelḧed îḧtiramî girtim û emrî kird, çayîyan bo hênam û pêy witim:
- îşt çîye bot bikem, ewa ewraqekeşim la birdî?
- qurban îşim her eweye me’zûnim bifermûn bo îstîd’a nûsîn.
- ’ezîzim to nayzanî min tegbîrî baştirit bo dekem.
derḧał, emrêkî nûsî ke beẍeyrez zorab efendî naw, ke esłen xełqî êreye we êsta hatuwetewe û xetî cwane îstid’a nûsîn bo hemû kes memnû’e. minîş be kemałî memnûnîyewe emrekem wergirt û dam be ře’îsî beledîye. dû ’erzuḧałnûsî feqîr ke dirawsêy dûkanim bûn û wechî me’îşetyan tenha îstîd’a nûsîn bû, be emrî beledîye men’ kiran! minîş her çend qelben mute’esîr bûm boyan ke nanim biřîn, emma leber ewe wez’î muḧît way teqaza ekird ke hemû şexis, se’adetî xoy le felaketî hawcîns û hawzimanî xoyda ebînê, minîş serfî nezerim kird le wîjdan û witim «be cehennem emirin le birsa! be îstilaḧî kurdî be gunî bargîrmewe! ba xom mes’ûd bim. însan ebê tab’î muḧît bê.