hatnî şapûr bo ser laşey ferhadî şehîd
Li pirtûka:
Şîrîn û Ferhad
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
2 Xulek
30 Dîtin
şapûr hat ke dî eḧwałî ferhad
yexey dadřî be dad û bêdad
hate jûr serî be nałe û xiroş
ewende girya heta bû bêhoş
hate hoş gutî şay ferhadim řo
xaqanzadey çîn namradim řo
ferzendî ’ezîz nûrî dîdem řo
şazadey çînî berguzîdem řo
diłteng û bedbext bê nesîbim řo
ferhadî bêkes hem ẍerîbim řo
ser berizkerewe bimke dełałet
boçî şapûrit to kird xecałet
amanetî toy xaqan daye min
boç řîşey ’umirit derhênam le bin
şîrîn û şapûr be diłî naşad
be cût hełyangirt cenazey ferhad
laşey nazdarî ferzendî feẍfûr
şuştyan be awî zimzim û kafûr
le ’ebay şîrîn boyan kird kefen
ye’nî mird le dax şîrînî ermen
qebrî bo hełkend şapûrî diłřêş
poşî be berya lîbasî derwêş
lîbasekanî xwênawî ferhad
şapûr hełîgirt be dad û bêdad
řoyşit şapûrî dił piř derd û ẍem
şîrîn berbuwe giryan le ḧerem
eygut hey bêdad le çerxî ẍeddar
boç şapûrit kird ewa tar û mar
teskînim ehat be qisey şapûr
keçî ewîşt wa le min kird dûr
be matî danîşt le qesrî camřêz
le’netî ekird le çarey perwêz
eygut yaxwa qet nebî diłşad
xusrew to le paş şapûr û ferhad
çakey ferhadî xusrew wadawe
bimrî be derd û cewr û sezawe
ger xaqanî çîn bizanê xeber
serzemîn eka be deştî meḧşer
umêdim waye be xuday bê bak
xusrew wek ferhad bibê sîne çak