bisim alilh alirḧimin alirḧîm
Li pirtûka:
Şîrîn û Ferhad
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
3 Xulek
33 Dîtin
be nawî xuday bê şerîk û tak
san’î xełq û zemîn û eflak
bêkes, bê şerîk, bê cêge û mekan
řazqî mutłeq, řeḧmet ferawan
sełwat û selam bê ḧed û ḧîsab
leser muḧemmed hem al û esḧab
le paş senay zat padşay ẍefûr
ba bikem basî ferhadî feẍfûr
le mekteb eyxiwênd řoyştewe şew
çuwe naw cêga çawî çuwe xew
şew le xewa dî kewa dulberê
kiçêkî cwanî perî peykerê
hat legeł ferhad berbûne yarî
be diłêkî xoş, be kamkarî
engustîley xoy bexşî be ferhad
ferhadîş hî xoy pêda be diłşad
ferhad lêy pirsî ey ḧorî lîqa
to nawit çîye pêm biłê tuxwa
gutî ey ferhad mebe dił ẍemgîn
meşhûre nawim gyane be şîrîn
eger nazanî cêge û mekanim
le nizîk ełwend le taqewsanim
le xewî şîrîn katê ke hełsa
’eqił û şi’ûrî le serda nema
engustîlekey şîrînî ermen
le pencey dabû ferhadî koken
destî kird be şîn, giryan û zarî
hawarî ekird be bê qerarî
eygut ey şîrîn dermanî derdim
le dûrî bałat ewa min mirdim
mamostay ferhad bem ḧałey zanî
gutî to şêtî boçî nazanî
ew xewey ke to dîwte betałe
zor ’eybe bo to çîye em ḧałe
ferhad ’erzî kird mamosta aman
tuxwa kameye řêgey taqewsan
ke dî wa serî piř le ’eşqe û şûr
ferhadî birde xizmetî feẍfûr
gutî wa ferhad ẍembare û ḧezîn
hoşî nemawe le ’eşqî şîrîn
şewê le xewya şîrînî dîwe
boye wa buwe şêt û kalîwe
xeberîşyan da be daykî ferhad
ewîş destî kird be şîn û bêdad
gutyan be ferhad bextit nustuwe
nawî şîrînî kes nebîstuwe
feẍfûr gutî pêy nûrî bînayîm
mayey tac û text, kokebey şayîm
le her cêgayek kiçêkî cwan bê
xawen xet û xał, ḧorî cînan bê
zû bot ehênim mebe diłgiran
le diłit derke em fikire qurban
cwabî dayewe ferhadî ẍemgîn
gutî be zatî řebbul’almîn
takû nebînim şîrînî cem cam
ḧorîm bidenê le min bê ḧeram
şa ke dî ferhad nîyetî çare
aram nagrê, şête û aware
gutî be şapûr: wezîrî ẍemxiwar
dexîl û aman ferhadî nazdar
nesîḧetî ke zor çak le řêga
bełkû em fikire leserî derka
şapûrî dana hełsa destubird
espabî řêgay hemû ḧazir kird
tacî derwêşî, ’esa û şax nefîr
kewł post, keşkoł, tesbîḧ û ḧesîr
hełyan girt řoyîn herdû be tenya
be yahu yahu řoyştine seḧra
şapûr hełîgirt yek qebze xencer
legeł çend dane ełmas û gewher
ḧasłî řoyîn be taw û be dew
heta geyştine bargey xusrew
şapûrî dana witî be ferhad
to biřo boxot bibe xatir şad
şîrînî ermen şewçiraẍî şew
wa le baregay keyanî xusrew
min wa le ser berd ekem neqaşî
ebî lew şikłe to berd bitaşî
hetakû minîş şîrînî xoşbo
bênim bo seyrî sengitraşî to
xułase çuwe lay xusrew şapûr
kirdî be wezîr be ḧukmî destûr
bû be hawdem û nedîmî xusrew
le xizmetya bû be řoj û be şew
le paş çend řojê şapûrî dana
şikłî xusrew û şîrînî kêşa
be mexfî birdî zû day be ferhad
le berd hełîkend be diłêkî şad