basî xewbînînî zeyd be leylî û mecnûnewe
Li pirtûka:
Leylî û Mecnûn
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
2 Xulek
24 Dîtin
zeydî wefadar bû mute’essîr
leser qebrekan bû be mucawîr
hełsa azane zor be destubird
gumezî leser qebrekanyan kird
be şew û be řoj egrya zar zar
be cêy nehêştin bo be turbedar
ke meẍrîb ebû leser qebrekan
fanûs û çira û momî esûtan
şewêkyan yekcar mat û ḧezîn bû
bo leylî û mecnûn bê taw û tîn bû
ke xewî lêkewt wextî beyan bû
le xew dî kewa bo cêgayê çû
řoyşit geyşte naw baẍêkî xoş
piř guł û lale û ’er’erî diłkeş
meclîs gîra bû şahane destûr
ẍîlman û kenîz westa bûn wek ḧur
leser textî zêř dû kesî dulber
pałyan dabwewe wek mangî enwer
kenîzekî cwan ehat û eçûn
meşẍûłî bezim û keyf û sefa bûn
pirsî le yekê gutî em cêye
hergîz nemdîwe pêm biłê kwêye
em dû kese kên hênd bextyarin
padşay kam cên û çîn û çi karin
şexseke gutî be zeyd bizane
leylî û mecnûne bexwa em dwane
emaneş hemû ḧur û ẍîlmanin
bo xizmet kirdin le lay emanin
çunke le dinya herdûkyan çak bûn
le meḧebbetda gelê diłpak bûn
ecrî danewe ḧezretî yezdan
daxlî kirdin be baẍî řîzwan
lêre be wesłî yektirî şad bûn
le dawî derd û mîḧnet azad bûn
ke le xew hesta zeydî wefadar
lem xewey xełqî zû kird xeberdar
î’tîqadî xełq zyad bû hemîşe
zyaretî ewan kiraye pîşe