mewlewî

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  733 Dîtin
le gyanî pakî mewlewî dana
ewey hełbestî naskî dana
mijde bê ewa dîwanî şî’rî
derçû, egeřê be naw kurdana
***
ay le naskî xeyałî cwanî
serçawey sozî řûn û řewanî
le germîy hest û sardîy henasey
behre û selîqey naw şî’rekanî
***
ay leber qûłîy endêşe û hoşî
deryay bê binî coş û xiroşî
bo bîrî wird û tase û peroşî
bo çepke gułî baxî bon xoşî
***
ay bo sen’et û bo wirdekarî
bo deryay şî’rî piř le mirwarî
bo gencînekey duř û gewherî
cêy şanazîye bo kurdewarî
***
ay leber şî’rî teř û parawî
bon û beramey wekû guławî
řûne wek diłî saf û bê gerdî
řewane wekû firmêskî çawî
***
ay le biłêsey xoşewîstî ew
sûtanî botey heq peristî ew
ay leber neş’ey badey ’eşqekey
ay le sozî ew, way le hestî ew
***
ay bo kiłołî ḧałî bê ḧałî
bo řengî zerd û bo nałenałî
hawar û dadî řoj û şewanî
bo beste û def û bade û şimşałî
***
ay bo gyanekey piř le wefakey
bo derûnekey keylî cefakey
ay bo diłekey zedey sizakey
dûr le seyran û seyr û sefakey
***
ay bo ’îzzetî nefsî biłindî
bo xoy hejar û dił dewłemendî
ay bo çawtêrî û birsêtî ḧałî
řewştî berzî yek yek pesendî
***
şî’rî mewlewî gułêkî waye
egeşêtewe hetahetaye
le naxî dił û derûnî kurda
bincî dakuta le řîşe naye