berawirdêk

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  546 Dîtin
berdî tanut û pilarî dujmin
birîndar naka hest û sozî min
bełam ew gułey dostim têm egrê
pêm heł ekêşî henasey bê bin
***
eger xo diřkê heł çeqî lepêm
pêm ełê: diřkim her azare pêm
ey eger gułê bonî naxoş ba
xełkîne! axo ew ełê çî pêm!?
***
deba bay xezan guł hełwerênê
zerdî ka, sewzî geła bisênê
bełam bo behar le kwê řewaye
weyşumey mergî xunçe bihênê?
***
bayequş bo xoy baher bixiwênê
dengî nasazuşumî binwênê
bełam kifre lam bilbilî deng xoş
bedengêkî tir derun bidwênê
***
ba şewî tarîk deryay bê bin bê
tirîfey mang û estêrey win bê
bełam cêy daxe řojî germ û guř
sardî witarîkî bibê û bo min bê