basî şayî kirdinî xusrew bo şîrîn

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 6 Xulek  4 Dîtin
bo şayî şîrîn şahî tacwer
nardî hênayan yek hezar ḧuştir
yek hezar espî keḧêle û řehwan
legeł yek hezar êstirî zor cwan
yek hezar kiçî cwanî perî
be cwanî wekû zuhre û muşterî
pênc sed sinduqî połay sewzewar
piř kiran le le’il û dûřî şahwar
çend sed ferş û çend xurcî zêřîn
piř le esbabî zeřbaftî şîrîn
kejaweyekyan dirust kird le zeř
nexşîn kirabû be dûř û gewher
bo danîştinî mîwanî nazdar
řazanrayewe be perdey zeřkar
kewte řê supa û qetarî şahî
manendî nebû lemeta mahî
supa řayî bû bo qesrî şîrîn
şîrîn swar kira be ’îz û temkîn
hemû hengawî be dûřî şahwar
şabaşyan dekird şîrînî nazdar
hat ta geyşte ber qesrî cemşîd
wek le bircî ḧût bêteder xurşîd
xusrewî perwêz şahî ba temkîn
hat bo pêşwazî yarî gułcebîn
destî girt birdî bo qesrî zeřkar
dayna leser text şahî tacdar
melayan bangikird be řesmîy pêşîn
bo xusrew bestyan nîkaḧî şîrîn
katê le xusrew ke nîkaḧ kira
şîrînî ermen awatî biřa
gutî be xusrew emca noşt bê
masîway şîrîn feramuşt bê
ew şewe xusrew kira be zawa
hênde serxoş bû şi’ûrî nema
bo ḧucrey şîrîn katê ke birdyan
pêy nebû biřwa hełyangirt beşan
şîrîn ke zanî xusrew serxoşe
şi’ûrî nîye yekcar bêhoşe
berbukêkî bû pîr û konesał
çirç û dankewtû wek daykî decał
dû memkî hebû wekû xîgey newt
demî daçeqaw herwekû eşkewt
cilî bukênî xoy kirde berî
pyakird ełmas û dûř û gewherî
kirdîye jûrewe bo lay padşa
xusrew ke çawî pê kewt peşoka
gutî îlahî em konesałe
çîye? lam waye xew û xeyałe
pelamarîda xêra destubird
tund girtî guşî kelekey wird kird
dapîre seda û qîřey lê hełsa
gutî bimgenê bo xatrî xuda
gwêy le dengî bû şîrînî ermen
çuwe jûrewe ’eyarî piř fen
řoyşte jûrewe wek guł û şekir
kam guł kam şekir ełłahu’ekber
sersam le lencey makewî derîy
xecałetbar bû le řûy mişterî
mirwarî gwêçkey hatbuwe xiroş
řeḧmet le mirdûy mirwarî firoş
xusrew ke lence û larî ewî dî
wekû dêwaney mangî newî dî
kewt û bêhoş bû şahî keyanî
ke le xew hełsa wextî beyanî
dî tewqî milîye dû zułfî muşkîn
wa leser sîney dû pûzî zîwên
seyrî kird gencî qufił dirawe
wek awî ḧeyat sermor kirawe
hełsa nîşaney şikand zû be tîr
xurmay bênawkî xiste pyałey şîr
awî guł řija beser şûşe û cam
şekiraw řijaye ser meẍzî badam
xulase yek mang şayî û loẍan bû
bezim û ’îşret û çopî û seyran bû
sê kenîzekî cwanî bê hawta
xasî xusrew bûn le ḧerem sera
humîla û sîmîn turk û humayûn
nazdarî cwan bûn wek dûřî meknûn
padşa nardî arayşyan dan
be xişił û dûř û le’lî bedexşan
humayûn nawî bexşî be şapûr
xełatî pê da şahane destûr
be barbudîş sîmîn turkî da
humêlay şoxî da be nekîsa
le paşan nûsî ferman û menşûr
mułkî ermenî bexşî be şapûr
şapûr koçî kird çû bo ermen zû
şad bû be mułkî cêy muhîn banû
qełay «zerafna» ke wa meşhûre
bîstume bînakirdey şapûre
heta çend sałê xusrew xuřřem bû
be meramî xoy dwełet hawdem bû
paş mudetêkî zor û firawan
têrî xward xusrew le ’eyşî cîhan
eserî pîrî ke lêy dyarî da
le kirdewey xoy zor xecałet ma
fikirî kirdewe gutî ke dunya
zor bê wefaye bo şah û geda
bizurg umêdî bang kird be xełwet
gutî ey gewrey saḧêb me’rîfet
pêm biłê aya çone asman
tya heye axo weḧşî ya însan?
cwabî dayewe gutî padşa
řêy felek dûre û ’eqłî min kota
cyê ewende dûr me’lûme qurban
kes keşfî naka be ẍeyrî yezdan
xusrew ’erzî kird ême le dunya
ke derçûyn bo kwê deçîn lewewla?
gutî em siře le perdedaye
ême nazanîn perde çî tyaye
heta kû neçîn ême nazanîn
çîman beser dê bo kam la deçîn
emca lêy pirsî gutî ke aya
lepaş mirdinman eḧwałî dunya
le bîrman debê dêtewe yadman
ke çîman kirduwe leser řûy cîhan?
cwabî dayewe ca buzurg umêd
gutî be xusrew warîsî cemşîd
lepêş hatnî ême bo dunya
řoḧman nûrêk bû le ewcî sema
êsta nazanîn eḧwałî ewsa
detirsim lepaş mirdinîş her wa
eḧwałî dunya bikeyn feramoş
lejêr zemînda bimênên xamoş
lepaşan xusrew gutî pêy gyane
nesîḧetim ke to ḧekîmane
cwabî dayewe ḧekîmî ’aqił
’erzî kird gutî ey şahî ’adil
to bixurewe û bixo aw û nan
ne zor û ne kem mu’tedîl qurban
çunke meşhûre dû pyaw le seḧra
nan û twêşûyan pê bû dayanna
yekêkyan zorî xward û peşoka
ewî tir hîçî nexward birsî ma
ewyan zorî xward axir şeqî bird
emyan pekî kewt le birsana mird
dîsan padşa gutî axo gyan
řoḧ çon derdeçê le laşey însan?
’erzî kird gutî ey şahî serwer
hîç kes tê naga ẍeyrî pêẍember
dîsan lêy pirsî xusrew beperoş
witî ey danay saḧêb ’eqił û hoş
lenaw ’erebda şexsêk hełsawe
de’way dîn dekat aya ew pyawe
kêyh? aya to nisbetî dînî
legeł dînî min çilon debînî?
cwabî dayewe ḧekîmî dana
gutî ew zatey to dełêyt be xwa
awazey leser çerxî gerdûne
ḧebîbî zatî pakî bêçune
be ḧeq bizane to dînî taze
legeł ḧeq meke hergîz to bazî
wextê emey bîst xusrewî bêdîyn
hemû endamî berbuwe lerzîn