basî sîfetî xusrewî perwêz

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  7 Dîtin
hîç kesê şahî leser řûy dunya
be wêney xusrew nekirduwe esła
le dîwanîda bû şikat û dad
ehalî da’îm be diłêkî şad
pênc řîz ḧazir bûn hemû le ḧizûr
dadî depirsîn şahî cem destûr
řîzî yekemîn dewłemendan bûn
duwem řêz lat û lêkewtuwan bûn
sêyem řîzyan nexoş bû bîmar
çwarem řîz hemû mezłûm bû hejar
pêncem řêz ’asî û xetabaran bûn
çaweřêy emrî şahî cîhan bûn
dewłemend seyrî feqîryan dekird
sucdey şukiryan bo xuda debird
feqîrîş deydî nexoş û bîmar
şukiryan dekird bo perwerdigar
nexoşîş deydî zułmilêkiraw
be nasaẍî xoy řazî bûn tewaw
ewanîş seyrî ’asîyan dekird
sucdey şukiryan bo xuda debird
baregay xusrew cêy ’edil û dad bû
bo hemû ’alem dergay guşad bû
řojî dû def’e subiḧ û êwaran
le dîwanî şah dayan dena xwan
goştî ga û masî û meř û teyr û tûr
leser xwanî bû zor û bêqsûr
meşhûre ełên şahî be şewket
wicudî bûbû tûşî řitubet
maynî beḧrî zorî hebû şa
wextê cwanuyan ke debû peyda
her be şîrî meř perwerde dekiran
goştyan bo xusrew lewe debirjan
dirûstyan kirdibû tenûrê le zîw
le zîwî qałî cwanî kesnedîw
lew tenûreda mîqdarî de bar
desûta ’ud û sendeł lecêy dar
le cyatî te’am çêştî xoş û nan
goştî cwanuyan le boy debirjan
leser xwanî zêř boyan dadena
her ewey dexward da’îm padşa
paşmawey legeł zerf û sînî zêř
debexşîyewe be lat û feqîr
hemû řoj eme xwardinî ew bû
ew bexşînewe pîşey xusrew bû
xulase da’îm her bew new’e xwan
deřazayewe bo şah le dîwan