basî fîrarkirdinî xusrew le dest behram

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 7 Xulek  67 Dîtin
wextê ke xusrew řoyşte ser text
zor lay naxoş bû behramî bedbext
fikir û ře’êkî yekcar qewî bû
sewday tac û text şay xusrewî bû
kaẍezî nûsî bo emîrekan
bo serdaran û bo wezîrekan
nûsî ke xusrew le ’îşqî şîrîn
’eqłî têk çuwe ’acze û ẍemgîn
şarêk debexşê be pêkê şerab
xezneyek deda be dengî řubab
çon mindałê wa bibê be sułtan
dunya le destî debê herasan
supa ḧazir ken be dest û şimşîr
hełkutne serî, zû bîken zincîr
bem îd’aye behramî bedxiwah
mîlletî hełsand řoyştine ser şah
wextê emey bîst xusrewî perwêz
le text hate xwar bû swarî şewdêz
mułkî becê hêşt řûy kirde seḧra
řoyşit řoj û şew bebê mudara
newesta heta geyşte muqan
řojê le seḧra be emrî yezdan
meşẍułî řaw bû şîrînî nazdar
řêy kewte ewê şahî tacdar
şîrîn û xusrew ke yektiryan dî
le ewełewe yekyan nenasî
naw û nîşanî le kenîzekan
pirsî le paşan şahîy newciwan
’erzyan kird gutyan em nazenîne
şazadey ermen nawî şîrîne
xusrewîş gutî bizanin ke min
kuřî hurimzim şahî meda’în
wextî herdûkyan yektiryan nasî
se’atê mat bûn zor be kesasî
le paşan gutî be xusrew şîrîn
řicam wehaye şahî řûy zemîn
qesrêkim heye lem nizîkane
teşrîf bihêne bo lay min gyane
mîwanî min be ta be dił û gyan
xizmetit bikem çend řojê qurban
şîrîn xeberî zû nard bo naw şar
hatne pêşwazî şah û pyade û swar
ca muhîn banûş xeberî zanî
ke wa xusrew şah dêt be mîwanî
le seryanewe kirdî guławpaş
dûř û gewherî bo kird be şabaş
le paşan banû zanî be yeqîn
’aşiqî yekin xusrew û şîrîn
zor tirsa banû ẍemî kewte ber
gutî be şîrîn nazdarî kîşwer
dunya le şewqî řûy to řûnake
ḧusin û cemalit le dunya take
me’lûme xusrew ’aşiqî řûte
besrawî dawî kemendî mûte
yeqîn bizane pyaw ḧîlekarin
le řûy dunyada yekcar mekkarin
xusrew be lutif û şîrîn zubanî
nexwat ḧełway to be kameranî
dûçarit nekat be zubanî xoş
le paşa zor zû detka feramoş
eger le nawî çake to dûr bî
debê be xirape da’îm meşhûr bî
le řûy dunyada heta detwanî
be ḧurmet bike, to zîndeganî
xusrew ke zanî pakî to ewsa
dête lam daway to le min deka
emeş me’lûme lew kemtir nît to
be řêy çakeda çawekem biřo
herçend be xusrew to mîhirbanî
min wat pê dełêm ca xut deyzanî
bem nesîḧetem ger bikey řeftar
be ẍem û beła nabî qet dûçar
her çende ’aşiq pend nagrête gwê
tikaye şîrîn lamede le řê
wekû ziłêxa mekewe şwên pyaw
pyaw bêwefan û ba nebî bednaw
şîrîn emey bîst gutî be banû
minîş her weha dekem arezû
eger şêt bibim min bo cemałî
destim lê nada ẍeyr be ḧełałî
swêndî zorî xward şoxî nazenîn
ca banû gutî ey gyanî şîrîn
îzin be, biço le deşt û le şax
řaw biken da’îm gustax be gustax
be şertê neçî legełya tenya
ba legełtan bê leşkir û supa
beyanî hełsa şîrînî nazdar
legeł xusrewda řoyn bo şikar
kenîzekanî cwan û diłpezêr
askî zoryan kuşt wekû neřeşêr
şew beserda hat şahî meda’în
gutî be şîrîn şazadey ermen
ba sibeynê zû serlebeyanî
bezmê bigêřîn be şadumanî
mey xoşe eger saqî bimênê
ewey mey xore baqî bimênê
şîrînî ermen gutî beser çaw
herçî emir dekey wa dekem tewaw
wextî êware şîrîn legeł şa
be diłêkî xoş le yek bûn cya
sibeynê katê ke le xew hełsan
şîrîn emrî kird be pakîzekan
le seḧrayekî xoş û diłfeza
xême û baregay şahîyan hełda
dengixoşan destyan kird be goranî
saqî şerabî gułřengî hanî
le ’îşqî şîrîn xusrew serxoş bû
şîrîn le xoşî xusrew medhoş bû
lepiř le bêşe şêrê hate der
hełmetî hêna bo xême û çadir
ẍełbe kewte naw leşkir û supa
xusrew şêrî dî hîç nepeşoka
bebê sîlaḧ û xencer û şimşêr
xusrew azane çû berew řûy şêr
miştêkî tundî way da le serî
le kunelutî mêşkî derpeřî
xusrew zû serî şêrekey biřî
her wekû kiras pêstî dadřî
kira be ’adit lewsawe emca
şimşêr hełdegrê le bezmîşda şa
şîrîrin katê dî şahî tacdar
be mişt şêrî kuşt wek esefnidyar
way kird û destî xusrewî maç kird
ewîş kuřane aza destubird
naw demî maç kird gutî be şîrîn
uxey emeta nebat û hengiwîn
lepaşan xusrew gutî ey nazdar
kemê bitirse le perwerdigar
řoḧim hatuwete ser lêwim bo to
bimgire baweş newnemamî no
cwabî dayewe şîrînî dana
gutî zor ’eybe bo to padşa
lem kirdeweye lem fikire qurban
ger waz nehênî debî peşîman
‏lay xut ’aqłî şahî berzecê
karî wa meke ba abřûm neçê
xusrew peyderpey badey xwardewe
be dem henase û ahî sardewe
’îşq û mey herdû kirdibûy serxoş
memkî şîrînî girtubû bê hoş
şîrînî ermen gutî pêy beqar
’eybe wa meke şahî tacdar
xerîkî ewey abřûy min bey
def’eyekî tir îşî wa nekey
xusrew le qisey şîrîn diłgîr bû
beqîn û beqar hełsa zwîr bû
‏gutî be şîrîn me’lûme eger
sewday ’îşqî tom nekewtaye ser
serim nedebû bê efser û tac
le çerxî gerdûn min demsend xerac
şerabit damê ta mestit kirdim
ke mest bûm emca pabestit kirdim
le ewłewe xawen bext bûm
saḧêbî supa û tac û text bûm
to le text û tac kirdimit aware
’îşqî to minî wa kird bêçare
em qisaney gut şahî tacdar
swarî şewdêz bû derpeřî le şar
bo wiłatî řûm řoyşit bê aram
le tirsî supa û leşkirî behram
nesrewt şew û řoj geyşte derya
be qeyserî řom ke xeberyan da
nardîye pêşwazî hênayane şar
dayanna leser textî zeřnîgar
le çûnî xusrew diłxoş bû qeyser
kiçêkî hebû wek mangî enwer
nawî meryem bû pêy bexşî derḧał
şayîyan bo kird şahane mîsal
xulase lepaş mudetêkî kem
be qeyserî gut şahî cemḧeşem
leşkirim dewê biçme ser behram
heta bisênim zû lew întîqam
sanî da qeyser supay bê saman
wek supay caran řostemî destan
çil penca hezar ’eskerî şeřker
legeł xusrewda řêyan girte ber
xeberî zanî behramî bêxêr
hat berew pîrî xusrew wekû şêr
le herdû teref supay bê saman
coşa û xiroşa řoyşte meydan
buzurg umêdîş wekû şêrî mest
usterlabekey nabuwe ser dest
gutî be xusrew em kate çake
hełkute seryan aman xêra ke
xusrewî perwêz leser piştî fîl
legeł leşkirî wekû deryay nîl
xoy da le tipî leşkirî behram
berbuwe kuştar be tîẍî bîram
le xwênî duşmin dunya bû gułřeng
řûy ser zemînyan lê hênan beteng
xulase lepaş ceng û şeř û şoř
şika leşkirî behramî piř zor
řaykird behramî bêfeřî bedbext
bo xusrew cê ma supa û tac û text
be ḧukmî ewey meryemî hêna
payey biłind bû le ewcî ’îsa
’eyş û ’îşretî herçend bû ḧasił
bełam lezetî hîç nebû be dił
le dûrî şîrîn da’îm ẍembar bû
le sewday ’îşq her lêwbebar bû