meşq 9 / MEŞQ 9

Li pirtûka:
Nûsînî Kurdî be Latînî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 2 Xulek  7 Dîtin
em hełbestey xwarewe be tîpî latînî binûse:
«kurdim»
be derbederî yan le małî xom
le xakî ’ereb, le êran û řom
kok û poşte bim, řût û řecał bim
koşkim de qat bê, wêranemał bim
danîşim leser textî xunkarî
yan le kołanan bikem hejarî
le azadîda şadan û xendan
yan zincîr le mil le sûçî zîndan
be herzekarî leser gwêswanan
yan be bîmarî le nexoşxanan
kurdim û leřêy kurd û kurdistan
ser le pênawim gyan leser destan
be kurdî dejîm be kurdî demirim
be kurdî eydem weramî qebirim
be kurdî dîsan zîndû debmewe
lew dinyaş bo kurd tê hełdeçmewe
hejar
 
kurdim
Be derbederî yan le mal̈î xom
le xakî Ereb, le Êran û R̈om
kok û poşte bim, r̈ût û r̈ecal̈ bim
koşkim de qat bê, wêranemal̈ bim
danîşim leser textî xunkarî
yan le kol̈anan bikem hejarî
le azadîda şadan û xendan
yan zincîr le mil le sûçî zîndan
be herzekarî leser guwêswanan
yan be bîmarî le nexoşxanan
kurdim û ler̈êy kurd û kurdistan
ser le pênawm gyan leser destan
be kurdî dejîm be kurdî demrm
be kurdî eydem weramî qebirim
be kurdî dîsan zîndû debmewe
lew dinyaş bo kurd tê hel̈deçimewe
Hejar