çend wişeyekî pêwîst

Li pirtûka:
Nûsînî Kurdî be Latînî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 10 Xulek  9 Dîtin
hawnîştimanî be şeref:
 
demêke bew awatewem êmeş wek gele zînduwekanî cîhan nûsînêkî řêkupêk û elfubêyekî yekgirtûy bê girê û gołman bibê û îtir lem paşa gerdanêy nûsîn û her kes bo xoyye řizgarman bibê. beřastî zor neng û şûreyîye pyaw hest be natewawî xoy bika û ke çî çawî lê daxa û le beramberya destewstan danîşê, bê ewey hewłê bida bo nehêştinî kem û kurtî û řastkirdnewey barçewtî. îmřo ême eger serincêkî ser pêyî bideyne jyanî gelekeman gelêk kelên û boşayî tya ebînîn ke çaweřwanî piřkirdinewen. nek le řûy zimanewe, bełkû le hemû sûç û goşeyekewe. çe komełayetî, çe abûrî, çe syasî, çe xwêndewarî, hetad! dyare çarkirdinî emaneş wenebê le wizey taqe kesêkda bê; bełkû pêwîstî be herewezêkî gişt layî û têkoşanêkî têkřayî heye. pyawî diłsozî têgeyştûş eweye ber lewey dest bidate her îşêk hêz û desełatî xoy lêk bidatewe û be terazûy bîr û hoş bîkêşî û ew ḧele biçête ew meydanewe ke etwanê tya řimbazên bikat, û ke pêy naye meydanewe ebê hergîz le tawdan û xo pêşxistin piştî sard nebêtewe û bibřay bibřay koł nedat ta egate qonaẍ, egerçî kend û kospî řêgeş carubar bîglênê û berhełistî bikat.
 
hawnîştimanî xoşewîst:
 
taqe serincêkî piçkole boman der exa ke ême le hemû şitêkda dwa kewtûyn. bełê, le hemû şitêka... yekêk lew şitane zimane. ca kewate bam çakî xebat bikeyn be lada û tê bikoşîn le pênawî zîndûkirdinewey zimanekeman û yekxistinî şêwekanî û bijarkirdinî û dananî elfubêyekî yekgirtû boy.
 
ziman şitêkî kem nîye, çunke girîngitrîn hoyeke bo le yek geyştin û derbiřînî hestî mirov. boye şayanî xizmet kirdin û řêz lê girtine. gele xwa pêdawekan sałî be milîwin dînar bext eken le řêy pêşxistinî ziman û edebekeyana û be sedan kolêc û danîşgay taybetî bo dirust eken û pispoř û şarezayanî le hemû layekî dinyawe bo peyda eken, bêcge leweş peyta peyta, piřûpagendey bo eken, bigre řojey hezaran çapkirawî pê çap eken. tenanet yekêk le govare emerîkayîyekan nûsîbûy: «řojî 200 hezar çeşin çapkiraw be zimanî îngilîzî dête bazařewe». ke çî êmeş be naşkurî nebê eger le sałêka namîlkeyekman be hezaran derdîser bo pêk bihênrê ebê le kun û qujbinî dukanî kitêbfiroşekana bibête xorakî mişk û moryan.
 
hîç gumanî tya nîye ke zimanekeman paş kewtuwe û pêwîstî be xizmete. ca yekemîn hengaw ke ebê bînêyn lem řêgeyeda yekxistinî şêwekanyetî be corêk hemû kurdêk lewî tir bigat, be pêçewaney êstewe ke be hoy nebûnî têkełî û kemî xwêndewarî û berhełistî cuẍrafîyewe, şêwekan be carêk le yek dûr kewtûnetewe. dyare piley yekem bo nîzîkkirdinewey ew şêwane dananî elfubêyekî yektaye ke hemû layekî kurdistan pêřewî bikat, çunke em tîpe ’erebîyaney êste be karyan ehênîn egerçî destikarîş kirabin, dîsan natwanin biman geyenne em encame, û her em tîpanen bûnete berdî řêgir le berdemmana. ca her çende lêreda natwanim be dûr û dirêjî natewawîy tîpî ’erebî bixeme ber çaw çunke basî wa lem şwêneda cêy nabêtewe, bełkû pêwîstî be namîlkeyekî taybetî heye ke be hîwam le derfetêkî tira eweş pêşkeş be xwêndewaran bikem, bełam ewende ełêm lay řoşnifîkiran û zimannasekan saẍ buwetewe ke zimanêkî arî hînd û ewrûpayî wek zimanî kurdî be tîpî kem û kurtî ’erebî nayete nûsîn, bełkû ebê be core tîpêkî tir binûsrê ke pêy ewtirê tîpî latînî. her leber eweye têgeyştuwanî kurd le konewe bîryan le tîpî latînî kirduwetewe. egerçî bedaxewe eyłêm heta êste leser core tîpêkî latînî biřyar nedrawe ta bibête binaẍeyekî tund û toł bo nûsînî kurdî û biław bûbêtewe benaw gela. çunke ewaney xerîkî em kare bûn, pêkewe leser şitêk řêk nekewtûn, bełkû her yeke boxoy şitêkî dirust kirduwe û wîstûyetî be zorî zordarekî bîsepênê beser xełqya.
 
wek le serewe destinîşanman kird çend çeşnêk elfubêy latînî heye bo zimanî kurdî lemane latînîyekey mîcer son û «tofîq wehbî» û «miḧemmed mukirî» û «celadet bedirxan» û kurdekanî erîvan. herweha hendêk lew řojhełatnasaney ke wa destyan dawete fêrbûnî zimanî kurdî her yekeyan core tîpêkî be keyfî xoy danawe bo zimaneke.
 
her çende lêreda cêy eweman nîye be dûr û dirêjî yek yek basyan bikeyn û çakî û xirapyan der bixeyn bełam şitêkî aşkiraye baştirîn elfubêy latînî eweye ke zorbey zorî xełqî pesnidyan kirdibê û le nûsîna be karyan hênabê. dyare eweş ew latînyeye ke bira kurdekanî surye û hendêk le kurdekanî jêrdestey turkya be dizyewe be karî ehênin. ew tîpaneş nizîkey 30 sał lemewe ber le layen mamosta û zanay xwa lê xoşbûy kurd celadet bedirxanewe paş 13 sał lêkołînewe û xerîkbûn danrawe û heta îmřo gelê govarî benirxî wek «hawar/Hawar», «sitêr/Stêr», «řojanû/Rojanû», «řûnahî/Rûnahî» pê derçuwe û gelê nûsraw û namîlkey nayabî pê le çap dirawe, kewate latînîyekî zînduwe û heqî jyanî heye çunke le berdem tof û gerdawî řojgara xoy řagirtuwe û şwên pêy boxoy kirduwetewe, boye êmeş kirdiman be binçînekî qaym û lem namîlkeyeda biławman kirdewe ta wekû kurdekanî ’êraq û êranîş aşnayetî legeł peyda biken û be karî bihênin bo nûsîn.
 
bełam leber ewey hendêk deng hebûn le şêwey sorana tîpî taybetyan bo danenrabû wek (řêy qełew/ ř) û (lamî qełew/ł), naçar bûm hewł bidem bo piřkirdinewey em kelêne, we bo em amance hawînî řabirdû ke be şama têpeř bûm bo «lubnan» be xizmet zana û şa’îrî nîştimanperwerî netewey kurd cenabî «’usman sebrî» geyştim û be dûr û dirêjî em basem legeł kirdewe. mamostay nawbiraw ber le hemû şitêk hestêkî pîrozî nîşan da beramber be zimanî kurdî û fermûy: «ême zor pêwîstîman be ekadîmîyek heye bo parastin û pêşxistinî zimanekeman û ebê em ekadîmîye le kurde şarezakanî hemû layekî kurdistan pêk hatbê ta bitwanîn be başî barî kewtûy zimanekeman řast bikeynewe; bełam bedaxewe eyłêm pêm waye ew řoje nextê dûre, leber ewe ebê her kese le astî xoyewe diłsozane çî le dest dê dirêxî nekat.» dwayî witî: «em tîpaney ke ême (kurdekanî surye) be karî ehênîn bo nûsîn, kałay piř be bałay zimanekemane û hemû layek pêy řazî bûn û cêy xoy girtuwe û le sinûrêkî firawana biław buwetewe. leber ewe dest eda bo ewey bibête binaẍeyekî behêz û pitew, ca eger ew ḧele bepêy pêwîstî şêwekanî tir destikarîş bikirê qey naka».
 
dwayî leser ewe řêk kewtîn ke (řêy qełew/ř) bem çeşne R̈ û (lamî qełew-ł) bem çeşne (L̈) binûsrê. paşan witarêkî dûr û dirêjim lem bareyewe be destixetî xoy lê wergirt., û be geřaneweşim bo wiłat dest becê nûsrawêkim leser em base nûsîyewe û kirdim be dû beşewe: le beşî yekemya beserhat û gořanî nûsînî kurdîm xiste ber çaw her le xetî şiksitey farsîyewe ta îmřo û her lem beşeda basî hemû core latînîyekanim kird û yek legeł yek berawirdim kirdin. le beşî duwemya lebarey çonyetî nûsînî kurdî latînyewe dwam. bełam lew çendaneda hendê tegerey nahemwar hate řêm way lê kirdim pêm nekirê her dû beşeke le bergêkda be çap bigeyenim. leber ewe beşî yekemîm be naçarî dwa xist û beşî duwemîşim wa bem namîlkeye pêşkeş kird. hîwam zor behêze ke gencî xwêndewarî kurd be peroşewe xerêkî binbestkirdnî em tîpane bin û piştî tê neken. tikay taybetîşim le bira mamostakanî îbtidayîm eweye ke lenaw qutabîyekanyana wirde wirde dest be biławkirdinewey biken. herweha leser kovar û řojname kurdîyekanîş pêwîste ke le piştigîrîkirdin û yarmetîdanman dirêxî neken takû em hengaweman her bo pêşewe biřwat.
 
îtir her bijî hewł û têkoşanî hemû xawen hestêkî xawên le pênawî pêkhênan û damezrandinî paşeřojêkî xoş û piř le kameranya bo netewey kurdî be şeref.