basî hatnî semenbo bo şeř legeł zorab

Li pirtûka:
Rostem û Zorab
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 4 Xulek  8 Dîtin
semenbo xuşkî hecîrî esîr
zû řiqî hełsa diłî bû zwîr
le daẍa diłî bûbû be kebab
hełsa bistênê ḧeqî le zorab
çû bo lay bawkî derûn piř le derd
hełî girt sîlaḧ esbabî neberd
witî babe gyan xo hecîr gîra
lenaw ’aleman řûman bû sya
hecîrî biram wa bû giriftar
min ca heł’egirim esleḧey karzar
le daẍ û řiqa zor bû perêşan
nîqabî puşî řoyşte meydan
swarî esp bû sertapa teyar
liẍaw mirwarî řikab zeřengar
sertapa espî hemû ahen piř
henasey eçû bo çerxî exzer
dû zulfî řeşî bonxoş wek guław
şardyewe lejêr xudeke û kiław
řûy kirde meydan wekû şêrî mest
ne’retey kêşa xiroşa beqest
zorab emey dî wek şêrî jyan
beqar û ẍezeb řûy kirde meydan
semenbo destî zû bird bo kewan
pêçî xward wek marzenendey deman
şest û dû têrî tîjî mûşkaw
destikarî westay gewrey tazesaw
xistîye naw kewan hawîştî beqar
berew řwî zorab xedenganî jar
tîrî pê nema xałî bû kewan
nobet kewte dest ejdîhay deman
zorab emey dî muteḧeyîr ma
kemendî hełgirt zû boy ḧewa da
le ser małî zîn kirdî serewxiwar
be ḧelqey kemend ca bû giriftar
dabezî le esb ke destî bo bird
kiławxudekey le serî labird
zulfî qetranî cwanî bon guław
dyarî da le jêr ’enberîn kiław
ke zanî kiçe kuř nîye emca
zorab sersam bû zor muteḧeyîr ma
semenbo yekcar xecałetbar bû
be mekir û ḧîle hate qise zû
witî pałewan bo to ’eybe û ’ar
nawit bed ebê le řûy řozgar
ełên pałewan şay efrasyab
hîç nebû bakî le wate û ’îtab
legeł kiçêkda kirdî ceng û şeř
dinya piř ebê le bas û xeber
xecałet ebî lelay hawseran
ebî be ’îbret ta axir zeman
hecîr le late zincîr le gerdin
minîş kenîzem bo to ta mirdin
tikaye satê pêm bide destûr
karêkim heye le qeła zerûr
hemû genc û mał xezênem temam
bo toy ehênim bê sebir û aram
zorab emey bîst gelê bû xoşḧał
pesend bû qisey şoxî sewsenxał
kirdîyewe kemend der ḧał bê perwa
kiç necatî bû geřayewe dwa
le destî zorab ke necatî bû
çû bo lay xwêş û leser karî zû
dabezî le esb bała şoxuşeng
çû bo naw qełay sextî sipî seng
kêşa ne’rey berz sołî sîm endam
witî be zorab bê ’eqił û nefam
hełse zû biřo ey xakit beser
boç xot exeyte naw deryay xeter
xeber enêrim bo keykawus şa
wekû gełay dar binêrê supa
řostem le newey destanî same
eger bêt bo şeř ’umirit temame
zorab emey bîst syah bû le qar
cwabî dayewe witî cadûkar
nemzanî ke to be mekir û efsûn
xot necat edey be bê çend û çûn
êsta direnge wa wextî şame
lay misłimanan kuştin ḧerame
be ’ewn û tewfîq cîhan aferîn
sibeynê be zor bazûy sehmigîn
qełay sengîn û derwaze û ḧesar
be gurzî giran ekem yextesar
ewsa ebînî me’rekey şêran
me’lûmit ebê cengî dilêran
hełsa çû bo lay bawkî, semenbo
sertapa boy kird qise û giftugo
bawkî witî pêy řołe aferîn
namûst neçû le meydanî qîn
witî ey babe samî nerîman
natwanê legeł ew bête meydan
le şeř û ḧerba wekû řosteme
leser řûy dinya manendî keme
hecîr gîrawe ’îlacman nîye
ẍeyrî řakirdin çareman çîye?
serdarî gewre yekcar besame
ya newey same yana xoy same
be bazû û quwet be sîne çake
zor hunermende cebînî pake
řefîqî nîye leser řûy cîhan
eyewê bigrê padşay êran
bebê şeř hecîr wa bû be esîr
xistîye naw daw û naw bend û zincîr
min zułfim xiste naw xude û kiław
çûme meydanî be te’cîl û taw
şest û dû tîrim min da le gyanî
kunî kird hemû goşt û êsqanî
be ḧelqey kemend girtimî ewsa
kiławxudem kewt zułfim dyarî da
min be hezar ḧîle bûm řistigar
ke zanî jinim nehate guftar