serincêkî pêwîst

Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 7 Xulek  118 Dîtin
têkoşan bo hênane berhemî zimanêkî yekgirtûy wa, ke kurdî hemû layekî kurdistan û cîhan, bê gwêdane cyawazîy şêwey qisekirdinyan, têy bigen û pêy bixiwênnewe û pêy binûsin, awatêkî konî řoşnibîranî kurd buwe. eweta nîştimanperwerî kurd; ḧacî qadrî koyî (1817-1896/7) le sedey řabirdûda, dax û xefetî bo em paşagerdanêy zimane xwarduwe û gutûyetî:
«lefzî kurdî biław nebû, gird bû
wa le mabeynî êmeda têkçû»
lewsakewe û heta êsteş, kem û zor; le govar û řojname û nûsrawî kurdîda, basî yekgirtinî em şêwane hatuwete pêşewe; bełam ewey řastî bê, ta êste hîç core hewłêkî řêkupêkî zanistane bo geyştine em amance le hîç layekewe nedrawe. obałî beşêkî em ajawey zimane be estoy ew ḧałeye ke kurd têyda dejî û gunahî beşêkî dîşî be estoy řoşnibîranî kurd xoyane, ke lem řuwewe ta emřo berdêkyan nenawete ser berdêk. ca eger ta êste bełgey ewaney biřubyanû dênnewe bo karnekirdin ewe bûbê ke řoşnibîranî kurd mawe û serbestîy berhemhênanyan nebuwe, ewa le êste be duwawe, ew byanuweş nemawe. kurd -name xwa- be taybetî le ’êraqda, gelêk dawwidezgay zimanewanî û hunerwerî û syasî û komełayetî û řoşnibîrî û xwêndewarîy heye û eger karbedestanî em řêkxirawane byanewê leser binçîneyekî zanistane û bo xizmetî em amance; legeł yekda diłsojane hawkarî biken; ewa dekarin (detwanin) lem meydaneda hengawêkî firawan binên û lewaneşe berdî binaxey zimanî yekgirtûy kurdî le cêy řasteqîney xoyda dabnên. nûserî em çend lapeřeye, wek zimanewanêkî kurd, xoy be berpirsyar dezanê beramber ew erkey kewtuwete ser şanî. leber ewe natwanê bê layen bwestê le astî ew keynubeynaneda ke le dijî zimanî netewekeman dekirê; lejêr perdey diłsojîy řwałet û şarezayî dirozne û cirtufirit û çawbestida. boye be pêwîstî dezanê; hêndê lew zanyarîyaney ke le mawey bîst û dû sał xerîkbûnîda be zimanî kurdîyewe koy kirdûnetewe, çi le katêkda ke le kurdistan jyawe û çi le katêkda ke le zanistigekanî ewrûpada xwêndûyetî û derzî têda witûnetewe pêşkeş be hawwiłatîyekanî bika, bo serinc lêdan û lêkołînewe û kirdinî be binçîneyek bo demeteqe leser kirdin. nûser xoy zor be bextyar dezanê ke wa nêzîkey de sał zyatre le wiłatêkda dejî ke be hezaran kirêkar û xwêndikarî hemû layekî kurdistan řûy tê deken. her le kirmanc û hewramî û mukirî û zazawe bigre, ta degate lek û feylî û soranî û kirmaşanî û germyanî û sineyî. betaybetî; derz wutnewey be hêndêk lem kirêkar û xwêndikarane û tomarkirdin û serinicdan û lêkołînewey şêwey corcorî qisekirdinyan û bestinî ew zimanewanîye zanistaneyey le zanistigekanda fêrî buwe, be taqîkirdinewey řojaneyewe, asoyekî wa firawanî bo kirduwetewe ke dûr nîye ta êste bo hîç kurdêkî dî û hîç bêganeyek nekirabêtewe. leber ewe be pêwîstî dezanê çend namîlkeyek lebarey «kurdewanî» yewe biław bikatewe be nyazî xizmetî ziman û kultûrî gelekeman. herçende em namîlkeye nedebû bibête pêşřewey zincîreyekî wek «kurdewanî», bełkû debû carê hênêk zanyarî le barey şwênî zimanî kurdîyewe le xêzanî zimane êranîyekan û hîndocermenîyekanda nîşan bidrê û xomałekanî zimanî kurdî be giştî û şêwekanî be taybetî, le çwarçêweyekî firawantir û basêkî qûłtirda bixrêne berçaw; bełam leber ewey zimanekeman emřo be dewrêkî zor nazkida tê depřê û meseley zimanî yekgirtûy kurdî; meseleyekî yekcar giringe ke nabê duwa bixrê, boye em base pêş ewanî dî xira. nûser hîway waye ke řoşnibîranî kurd, sa ser be her la û deste û bere û komełe û bîrubawřêk debin ba bibin; hawkarîy legełda biken û berhemî lîkołînewekanî le sinûrêkî pan û çawtêraneda biław bikenewe û bewe kerestey demeteqeyekî germ lem bareyewe bênne kayewe. îtir dest le dest û hêz le gel û piştigîrîş le êzdanî zanay mezin.
 
perawêz: em seretayem le mangî şubatî sałî 1974da nûsîwwe; wata katêk ke le nûsînewey namîlkeke bûmetewe. ewey řastî bê; her çend řojêk duway tewawkirdinî, leser daxwazî kone aşnayekim ke duktorî zimanî kurdîye û ew deme serokî dezgayekî gewrey řoşnibîrî yaneş bû le beẍda, nardime ewê ta le çapî bida û biławî bikatewe. hoy nardinekeşî, le bineřetewe ewe bû ke çapkirdinî em namîlkeyem le ewrûpa be řast nezanî. çunke carê namîlkeke be kurdî nûsrawe û bo kurd nûsrawe, leber ewe debû her le ’êraq çap bikirê û her lewêş biław bikirêtewe. duwayî çapkirdinî em core şitane lêre, be erkêkî fire zor û pareyekî yekcar moł tewaw debê ke le wuzey min û «yekêtîy neteweyî xwêndikaranî kurd le ewrûpa» bedere. herçî çonêk bû ew aşnaye -bê çawênî bê- ne kitêbekey çap kird bom û ne destinûsekey nardewe bom û ne weramî çwar pênc namey tomarkirawî yek le duway yekî damewe. ke xêrewmendêkîş řojêkyan çûbuwe lay û daway destinûsekey lê kirdibû ta serperiştîy çapekey bikat, neydabûye. ca paş ewey em mawe dûr û dirêjey beserda têpeř bû, namîlkekeş xerîk bû her be carê gořî wun bibê, biřyarim da be her zeḧmet û bextikarîyek debê, sereřay hemû piřkarî û destineperjawîyekîş, namîlkeke lêre çap bikem. leber ewe naçar bûm carêkî dî, serlenwê, parçe kaẍeze şiřekan be yekewe binêmewe û namîlkeke be destî xom bo çapxaney ofsêt binûsmewe. ca leber ewey taypiřayterî kurdî û kurdîy latînî dest nakewn, hatim be taypiřayterî farsî û ełmanî taypim kird û betewawî çukłe û nîşanekanim be destî xom bo tewaw kird. řêkxistinewe û nûsînewe û amadekirdinî namîlkeke bo çap 648 se’at katî tê çû; ke bêguman em kate lew çend se’ate kemey şewm dizîwe ke deşya têyda biḧewêmewe, paş zeḧmet û kar û şeketîy řoj, ya be karim bihênaye bo xizmetêkî baştir le nûsînewe û taypikirdin ke ewende huner nuwandin û westayîyan pêwîst nîye. ewey şayanî base eweye; em care hêndê şitî nwêm xiste ser destinûse koneke; be taybetî çunke hêndê lapeřey fewtabû û debû serlenwê byannûsmewe, bełam leber giranîy bê endazey erkî çapxane, nemantiwanî le 600 daney pitir lê çap bikeyn. êsteş xom zor be bextyar dezanim ke twanîm em berheme -ke bedaxewe dû sał paş tewawkirdinî deçête jêr çap- sereřay hemû berhełist û diro legeł kirdin û tefredan û destî destî pê kirdinêk, bem şêwe cwane řazaweye pêşkeş be řoşnibîranî têkoşerî gelekem bikem û diłnyaşim lewey; eger pyaw bê wuçan û pişûdan, berew amancî xoy hengaw binê û danîş be xoyda bigrê û piştî sard nebêtewe, ewa katêk dê; temî şewezeng deřewêtewe û dîsanewe řoj hełdêtewe û ewca ba «mam kełeşêr»yiş minetî «qûqandinî» têda nebûbê. 12/2/1976