dûrbînî

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  654 Dîtin
bira! zanîwte serxoş pałî nawê
řehêł eyxate nawlîte û quřawê
le řoynda ewey berpê nebînê
şeqawî her berew kewtin ehawê
serincî wirdî kamił dûr ebînê
nizîk nabînê çawî natewawê
ewey dûrbîn nebê xoy da’enê zû
le gwêtî bigre pendî mil şikawê
çi lafê lê edey ey kakî dana?
ke nabûtî be mayey selke wawê
nenistû goy huner kewtote destî
bira çon şîr û tîr bo yek esawê
melê qedrî fiřînî xoy ezanê
ke wa gîrodeye û kewtote dawê
qise herçend hezare dûy bekare
kesê ger kwêr nebê goçanî nawê