weḧdete şertî meḧebbet, peyřewî pêẍemberan

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  108 Dîtin
weḧdete şertî meḧebbet, peyřewî pêẍemberan
řû le çakekirdine, xo terkî řawêjî keran
kê minî hênaye dî, her ewşe îşim pê eka
boçî serbestim le kara? çunke sermestim le kan
ew kesey bîda hîdayet, şerḧ eka sîney le dîn
ew kesey řêy lê bigořê, řeq eka dił, wek gyan
kê heye dad û şefa’et ka, heta îznî neda?
kê ekate şah û, kê şařaber û, kê pasewan?
kê jyan û řizqî ’alem beş eka û, bêbeş eka?
boçî hêndêk şadman û, min nexoş û dił bejan?!
lêy negořêt û, deqawdeq îş bika û, ’aciz nebê
lêre naguncê, îtir, wêney kiłaş û aşewan
kêye ḧez ka xoy bibê û, ḧez ka le bogen bûnî merg?
seyre bazařî xwa, sersamîy sewdageran
felsefey dîn û řîsalet, ḧîkmetin bo mêşk û dił
her le dunya aşkiraye, herdû xanûy awedan
nafroşê û nakřê, muḧtacî pare û pûl nîye
eyşkênê û, eyweşênê û, eyjimêrê an be an
çaw bide «neḧْnu qesّemْna beyْnehum»Erebî, baş tê egey
yek nebî, yek tirsinok, yek řostemî mazenderan
ger ezel pîlan bigêřê, min be kê berbar ebim?
boç emanetyan nekêşawin, zemîn û asman?
mar û mêrûleş meḧebbet egirin û, yektir exon
şêr û řêwî, bewr û kerwêşkîş, hemû qudret seran
pîse sewdayêke mêşkî ême eşkênê wicûd
pêkman dujmin ekat û, nawbijî nada wiçan
her emin çakî enasim, dewłemendî bê şerîk
kake jîkoNasnava edebî, axo însanêk eçête lamekan?!