pesnî eḧmed diłzar

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  109 Dîtin
çawey huner û, nukteyî sîmînbere diłzar
hîway weten û cergî dił û diłbere diłzar
awatî gelî behrewerî kurde, be yezdan
kûrey hemû zincîreyî bê cewsere, diłzar
gencêke, le dîwanî edebda hełîdawe
tîmarî dił û sipił û hena û sere, diłzar
estêreyî awatî direwşa le semay kurd
her wek minî matemzede têkoşere diłzar
ew taze nemamî wetenem, bo berî xoşîy
wa pê geyîwe, kanî guł û zêwere diłzar
bîrî le dił û gwêy udeba, ger biçeqênê
hênd tîje ełêy nûkî řim û neştere, diłzar
destûrî jyanî gelekey da’eřjênê
beşkû netewey azer û eskendere, diłzar
çîme le şiksipîrKes û, le řostonKes û, le goteKes
gencîneyî kurdane, ke derhênere diłzar
řacîNasnava edebî! to biłê nûrî dû çaw û dił û cane
hawxiwênî min û kurde, edeb perwere diłzar