bûkî çemen sewze bû, sûr botewe

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  106 Dîtin
bûkî çemen sewze bû, sûr botewe
tik tikeyî şewnimî řiştotewe
mêzer û desmałî ke kirdotewe
çawî qelanîş xewî birdotewe
dił be geşî baweşî kirdotewe
bezmî guł û bade û dû çawî yar
wa egeřê naw geřekî newbehar
piř le ḧez û zemzemeyî çeng û tar
karî le newrozê neka çawezar
herçî ke sûk hat û giran çotewe
qułfî kemer, ta netrazê leber
dugmeyî mem, ta nemjê mêşkî ser
maçî deman, sernekirên serbeser
dił çi nîyazêkî nîye bête der
beḧrî kułî, çunke nenîştotewe
katê le perdey gułî sûrî xiza
cergî be tendûrî xesûy daçza
bûkî be firmêskî bełałûkî za
korpeyî xwênî ke mija wu diza
babekeşî xwênî nesendotewe
şîwene lew małe, heta dête çeng
berg û genim, newt û xerîte û tifeng
hozî şepirzey teqela, dê be ceng
hîç le serkewtinî naka direng
kes ciłewî espî nebestotewe
tê bige ḧezkirdinî caḧêł û kiç
çon egene yektir û kołan û řiç?
xoşe demê maçî xet û xał û liç
sexte demê, girjîy û toran û xiç
dest be kelepçe û be serî kotewe
tê’epeřn leşkirî xem, cûn be cûn
ta bikewê hêzî huner, seringûn
êste ke hełsêtewe lêwî be xûn
dujminî nasîwe le řêy çend û çûn
destî nenê, şerte be pişkoNasnava edebîtewe.