demêke bo kurdî hejar, hawar ekem, weten weten

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  102 Dîtin
demêke bo kurdî hejar
hawar ekem, weten weten
wek taw û hewrekey behar
eřjête dem, weten weten
ke beşkiran genc û çemen
ke serbiřan dar û dewen
be diłřeqî şax û çeqen
seryan be tem, weten weten
beraw û piştaw û zewî
çî xoy nwand berz û newî
le astî dujminan kewî
be zor û kem, weten weten
be kange û koge û kelên
be dar û awî destihełên
wek min be soz û kuł ełên
be derd û ẍem, weten weten
hewa be baẍ û řaẍewe
bulbul be zam û daẍewe
be berdî bin binaẍewe
çawyan be nem, weten weten
betałe wa demaẍ û dił
le kîse çûn çinar û guł
ełên be řengî zerd û pił
lejêr sitem, weten weten
pişkoNasnava edebî ke exrîngêtewe
wek tepłe etrîngêtewe
pêy xoşe ezrîngêtewe
le camî cem, weten weten!