dêhat û şar û geřekeket, ba kelawe bê

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  102 Dîtin
dêhat û şar û geřekeket, ba kelawe bê
xizmî xerap û nefsî giławit heta hebê
ser nagrê řewişt û, siruştit keç û çepeł
le mał û hoz û ḧikumet, hetakû tema hebê
tema wełam û kar û binaẍet ke têk eda
tema nebê dujminî gîyanit bira ebê
eger be řêkupêkî bijîn û heq binasîn
em şêx û mêxe sa boçî muşkîl guşa ebê?
namûsî payemał û, dirawsêy be dengubas
le małtî exzênê, her kesê lelawe bê
bedkarî małe, mîkirob û jehrî henawme
ew kese dû çawme, le řêy teqelawe bê
xo labde řacîNasnava edebî le dostî bed, nekû le seg
seg çawenase, le yarî bedgo giław ebê