řewneqî bextim, le çawî nêrgisî şehla eçê

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  109 Dîtin
řewneqî bextim, le çawî nêrgisî şehla eçê
’aczîy řoj û şewm, bew diłberey zîba eçê
nirxî ’umirim, nayete bas û terazûy ḧîkmetî
mergî sed sałem be xendey lêwekey zubda eçê
tam û bonî zułf û kułme û, ẍebẍebe û sîng û memî
key be ḧorî û şîr û hengiwîn, kewser û tûba eçê?
ta le milmaławe řistey zułf û kakołî geşî
şaneyî dił şî deka, wa zerduşî bała eçê
herçî wek min dił birîndar û kulafey nazte
çaw begryan, bo xełatêkî demit xêra eçê
ey dexîlit bim were, çend diłkeşe dû lêwî to
her didanêkit, be şu’ley gewherî lala eçê
aferîn bo řesmî pakî to, le dunya wu le dîn
řewneqî îman û dînim, key be kes qet la eçê?
dîmenî piř arezût, takû be asan dêmewe
xistime gîrfanî dił, wa guł be keştî ba eçê
cwanî û nazit, ke şeř efroşne çerxî nîşat
zamî goşey çawekanit, wa be gij ’îsa eçê
ey nimûney qudret û, nûrî xudayît têkeław
her ke to hatî, xemî kon û nuyêm têkřa eçê
ew kiçe newbûkme, em cejneye pîroze lêm
cejnî bîr û baweřim, bew şoxî bê hemta eçê
swêr û tałî hîcrî îmşoket, şewî pê kirdimewe
em sibeyney beynî herdû lam, be lutfî xwa eçê
sî des û mil, maç û bon, mêşkî wicûdî piř dekird
boye neqdî zewqekem, wapiř be dû dunya eçê
cêge gestey zułfî, kułmî ’aczî sûrkirdimewe
nexşî destî qudrete, boye be gij sîma eçê
bo berawirdî ẍem û xoşî, ke jîkoNasnava edebî kuşteye
çawe řawêkîş bika, wek îşî bê biřwa eçê