diłim pişkût û îmşew ba řewa bê

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  98 Dîtin
diłim pişkût û îmşew ba řewa bê
egerçî payzîşe, her seba bê
nema îmşew ke qedrî leyletulqedir
diłî xełqî, deba bem şahe şa bê
qise û guftarî çeşnî şîr û hengiwîn
be lêwî ême daym dařja bê
’ezîzî bo weten wek ême sûtaw
xudaya, dûr le řûy derd û beła bê
enîs û meḧremî řaz û dił û dîn
ser û gyanî minî herdem fîda bê
le kurdistanî şadî û fenin û pêşçûn
heta řojî dway, nûr û zya bê
leser lêwî nyaz û nazî kurdan
wekû awingî řuxsarî gya bê
be dem newrozî bextî komełî kurd
cirîwey muşterî û zuhre û suha bê
ḧerîfêkim ewê, wek min le ’îşqa
be sûzey řûyî hozî, sûzya bê
be tarî zułf û, ’ûdî dest û engust
piřî çengî, le cergimda seda bê
be nawçawanî saf û çawî bînîn
weten emca hemû derdî dewa bê
biłêsey keşif û ḧîkmet, daye kellem
ebê qapî nezanîn daxra bê
edîbêkî teř û berz û lebîbe
lenaw yaranî mana, nasrabê
zimanim lenge bo wîstey zemanim
qełem saẍe legełma, ta şika bê
minîş herwek qełem, ta lêw biřawim
debê pîşem hemû ḧemd û sena bê
ne wek qaqez, legeł nîştiman û mîllet
be zułf û, xał û xet, kułmem sya bê
le ’alemda ’ezîzêkim mu’îne
ře’ûfî dîn û dunyaşim pena bê
îtir pişkoNasnava edebî, řicakarim le merdan
le berzî tê bikoşin, kurd guşa bê