xwaye boman binêrî, awî le quř nenîştû

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  104 Dîtin
xwaye boman binêrî, awî le quř nenîştû
ya gencî pêgeyştû, ya pîrî têgeyştû
em komełe hejare, çendîşe întîzare
be çawî xoy bibînê, berdî be bîr qełiştû
hîwam lem qewme giştî, dûre, çunke sed piştî
kesêkî serbest nîye, dîlî û sitem neçêştû
komeł be têkeławî, le kamî cê demênê
le sard û germî řojan, qesrîwe ya biriştû
xełkî, le řû çi berze? mişûrî xoy degêřê
êmeş hemû xewałûyn, be abřûyî řiştû
nêzîke mergî komeł, bebê derman û duxtor
hey kake taze najî, be şêx û sîḧir û nuştû
hetîwî bê bira û bab, qet nîştimanî nabê
ḧezî le mêrde daykî, nayka le dû şû piştû
tebyatî her le jîne, bê ře’î û dab û destûr
bîrî cematî naka, heta neçê le xiştû
çend xoşe řojî řûnak, řacîNasnava edebî biłê «dilawer»
biřwane nîştiman piř, le qurbanî û le kuştû