agirî sûrî cezay obałe, lêwî girtuwe

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  104 Dîtin
agirî sûrî cezay obałe, lêwî girtuwe
cennetî kułmey, ecnide û nefis û dêwî girtuwe
’er’ere narinc û lîmoy xiste berhem, ya qede
ya çinar egrê henar, ya seruwe sêwî girtuwe?
xettî piř şaney diłe, ya çeng bestey ḧafîze?
xałî, mêşengiwîne wa hengiwîn û mêwî girtuwe!
bo nimûney terzî řuxsar û, beheştî sermedî
qametî ew şoxe çawî badepêwî girtuwe
min le des kurtîme hewrazî behêzim dête pêş
desdirêje diłberim, řêgey nişêwî girtuwe
çawî piř sûrmey, dûsed nêçîrî berdawe le řaw
ẍemzekey cadûy, bełam, dûsed xidêwî girtuwe
bo ewey pişkoNasnava edebî ke neydozêtewe terzî qedî
perçemî kirdote perjîn, xoy le nêwî girtuwe!