sirûdî xoşim ewê wiłatekem

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  2750 Dîtin
xoşim ewê, xoşim ewê
em nîştimanem xoş ewê
ta lêdanî dił esrewê
hîç le ber çawim nakewê
xoşim ewê wiłatekem
kangay hîwa û awatekem
a em hewa û aw û giłe
bo jyanim xwênî diłe
dił ke bilbilî serçiłe
şeydaye bo řwî ew gułe
xoşim ewê wiłatekem
kangay hîwa û awatekem
kurdistane xoşewîstim
heta mawim eyperistim
hawar eka hoş û hestim
be cwanî dîmenî mestim
xoşim ewê wiłatekem
kangay hîwa û awatekem
diłim ełê, wek zimanim
xoşim ewê kurdistanim
xoşewîstî nîştimanim
bote serlewḧey îmanim
xoşim ewê wiłatekem
kangay hîwa û awatekem
xoşim ewê, xoşim ewê
awate xwazim serkewê
nawî le nawa derkewê
geşe û řûnakî berkewê
xoşim ewê wiłatekem
kangay hîwa û awatekem