yarî parim tûře bû, îmřoke mîwanî mine

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  109 Dîtin
yarî parim tûře bû, îmřoke mîwanî mine
çunke tora bûm le ew, boye le dîwanî mine
şukirî estêrem bikem, çend care ew tora bû lêm
êste berdi’awêjî piştî, řemz û hawşanî mine
çawî, piřgiryanî naz bû, ew demey lêwim degest
êste ew nazey leser dû lêwî xendanî mine
lomekarî min dekat û, nayete małim demê
tanegoy de’ye û demar û laf û ’înwanî mine
qołî çep maç kirdin û, nûsanî sîng û memîyetî
nerim û şil bo çakuxoşî, dest û damanî mine
hestî şeş mangey be çawa damewe, serbazî çaw
boye wa surmey ḧeya, piř herdû çawanî mine
bo gile û řastî, demê danîşt û mestî birdewe
małewayî xwast û, řoyşit û, du’axwanî mine
ḧuccetî ḧeckirdin û tesḧîfî herdû laye bom
ew ke mîwanî mine, sa cejnî qurbanî mine
wek netîcey damenî xistote koşî nawkî
bo giranbarî le řêy ’îşqa dełêy şanî mine
ew demey çawî dehêşa û, min demê maçim dekird
bîrî diłmî xistewe, zułfî senaxwanî mine
yek dû řojî tir, eçim bo lay û taqîkirdinewe
tabzanim xoşewîstîy ew le gîrfanî mine!
ta xecnidey ême bê, endazekarî hełkişê
komełî cuẍzî le małî naweřastanî mine
cextî paşewpêşî min, her şeşsedu sê dête řû
bê jimarey nuxte ’umrî fexrî însanî mine
ew ḧece, yaxu xece, ya ḧuccetî jînî mine?!
ya weku pişkoNasnava edebî be daym, řûy le sûtanî mine?!