heta key

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  854 Dîtin
egerçî mat û bê dengim, demim piřhat û haware
diłîşim gerçî řûnake, derûnim piř le azare
birînî sext û nasorî henaw qetmaxe nabestê?
serim suřmawe, tê nagem hetakey xwênî nawestê?
hetakey daxî cê mawî newey em kurde damawe?
letextî sînema ax û henasey piř le zûxawe
hetakey derdî nakokî lenaw em qewmeda bawe
hezaran daxî nasorî beser cerg û diła nawe
hetakey boye yek egrîn ke îtir piştî yek negrîn
hetakey piřbedił twaxwa bedił bo ḧałî yek negrîn?
hetakey kirdewey çake be watey bed bifewtênîn?
hetakey teř legeł wişka bebê tawan bisûtênîn?
hetakey zor dilê gewre be çawî kem temaşa keyn?
leřencî pak wipîrozî hunermendane ḧaşa keyn?
hetakey gyanî xemxorî kiz û lawaz û bê řeng bê
wekû peyker le kuncêkî derûna mat û bê deng bê?
hetakey bêx û binçîney wefa û řast goyî bin ken bê?
lenaw peywendîy komełda wefadarî be degmen bê?
hetakey zor řewişt û xû neçespê şwênekey leq bê?
şikatî gerdin û esto leser obałî naheq bê?
hetakey jînî pîroz û temen bidrê be dem bawe
bedem bay ’adetî pûç û qise û řeftarî bê cawe?
***
kes nełê: gewrem, toze gerdêke
jakawî destî sûke derdêke
xezanî mirdin ke gełay weran
win bûy jêr xakî pena berdêke