ta leber yarî ’ezîzim dił ḧezînim, řeḧmete

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  113 Dîtin
ta leber yarî ’ezîzim dił ḧezînim, řeḧmete
hem be zułf û perçemî, derd û birînim řeḧmete
dême qapî diłberî řengîn û şox û serwerim
çunke wesłî ew le cîsim û řoḧ û jînim řeḧmete
sed ke ẍembarim le tawî perçem û egrîcekey
cewr û bê řeḧmîşî bo îman û dînim řeḧmete
řojî řût hełhate çawim, pêy biłê awa nebê
çun biłêse û tîşk û tawî, bo geşînim řeḧmete
sozî ’îşqit kewte dił, řoḧ û demaẍim hate gêj
xêr û xoşim, hoş û noşim, lutif û qînim, řeḧmete
to şehenşahî zemanî, min hejar û bêkesim
çawenořîy min le dergayî metînim, řeḧmete
ger le taqetma nebê bitgirme baweş, řoḧekem
ew dem û lêwe be xewnîşî bibînim, řeḧmete
kar û pîşet, gerçî cewr û qehir û fewtanî mine
jehrî bê řeḧmît leser çawî girînim, řeḧmete
řacyaNasnava edebî! herçî beser min dê, le destî ’îşqî yar
her wekû maçî leb û kułme û cebînim, řeḧmete