em xak û hewa û awe, ke bê nawe be yezdan

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  106 Dîtin
em xak û hewa û awe, ke bê nawe be yezdan
her fêrî dîmukiratîy û serçawe, be yezdan
berçaweyî hozêkî edebperwer û jîn bû
îmřokeye dû çawî be gil mawe, be yezdan
’îlim û hunerî dawe be ba, kurdî xerîk maw
mendîlî leser dujminî xoy nawe, be yezdan
paşa û geda, ’alim û xawen meř û řenicber
her êke be mewcêkewe xinkawe, be yezdan
bê tane ke xom kirde super, bo serî mîllet
bo şwêne winîm, sed lepî lêdawe be yezdan
nabînî? çilon baẍ û mezarî diłî dujmin
řazawetewe, taze û parawe be yezdan
matemzede û kewteyî bin barî felaket
mawîn û diłîş pest û peşokawe, be yezdan
bê qunbele, bê ta’îre, bê muxnîqî ẍazat
azot û oksicînî me, her nawe be yezdan
nîmane ser û sîretî kar û, diłî baweř
dił wişkî me’arîf buwe, guşrawe, be yezdan
her zahîdî ẍeddare, îtir çawenwaře
mirdin beserî katewe, nakawe, be yezdan
her şêxî mil estûre, be bermałî řyayî
perdey beserî ẍefłetî dadawe, be yezdan
derwêşî mekirbaz û, berazî kułî nanîy
her yek be swałêkewe piřjawe, be yezdan
her hobe wu her hoze, be nawbangî ’eşîret
dundanî le kurtaneyî xoy nawe, be yezdan
xo bême ser û kokřî caḧêłî le naw şar
wey wey! ke le řû, podrey lêdawe be yezdan
bîrî nîye, qewmîyetî çî? lûsîye karî
xoy bo berî pêy bîcbîce kêşawe, be yezdan
pîranî řidên peşim û xurî û mû, be qisey pan
her êke ełêy mistî le ker dawe, be yezdan
xo komełî aẍe û beg û serdar û gizîran
her êke le řêy paruwê, sed çawe be yezdan
her bas û qisey fîtnegerî û, sozî kiç û jin
sewda le mil û gerdenî haławe, be yezdan
êkê řeş û, êkê sipîy û sûreyî çawşîn
her lome û her ẍeybet û, her řawe be yezdan
basêkî mişûr û gel û zanist û serukar
řeş botewe, lem lapeře bewlawe be yezdan
ho kake, minîş mirdim û mergim be gija çû
bînoşe duway min, hemû taławe be yezdan
ewweł şiř û, axir şeř û, nawendî geç û gêř
her bo min û her bo twe, bijarawe be yezdan
pişkoNasnava edebî, çîye? berzî wetenit bê serukare?!
hêşî le diłî ẍemzede hermawe, be yezdan