be sozî dił, be nałe, çeşnî kukûm
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
203 Dîtin
be sozî dił, be nałe, çeşnî kukûm
serim piř coşe, bergî zerde, dû řûm
supay serkêşe meydanî dił egrê
le kûrey şor û şewzarîme heł bûm
kemendî zułf û kakołit, be carê
eka bendî miraz û gyan û estûm
nemênim, řebbî bê agir bisûtêm
eger bê zewq û noşî dîmenî tûm
be tîjî xencerî mujgan, pele dił
îtir bo kut kute, naw cergî girtûm?
nekey lêman bitorêy, herçî qewma
metirsê, min leber desta ke xoş xûm
sefer, herçende mayey nalebare
bełam emcare hesta bextî nûstûm
le tirsî şêx, ebê heł bêm be deşta
newek bimbînê eşkênê terazûm
bełê řacîNasnava edebî, dyare sozî ême
le diłtengîm û dû çawî xewałûm