gelê sûřam, emêste arezûy seyrî cîhan nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  203 Dîtin
gelê sûřam, emêste arezûy seyrî cîhan nakem
be řûda kewtûm geştê be peřgarî zeman nakem
le řûy řaw û şikara, tîrî ẍemzey xusrewanî min
be xořayî ke naçin, xom be nêçîrî giran nakem
umêdim bû, be sebzey newdemîdey baẍî řuxsarî
direw ya gêreyî mîḧnet, le xermanî xeman nakem
melek bûn destudamênî perî řûy min, piřî ’erdî
leser bo, tanekêşî qet guławî asman nakem
ke diłber, bew gułî naw perçem û kakołe xoy derxa
eger xud bête çawim, çon feramoşî cînan nakem?
le soz û lûleyî tasat û kasatî lebî saqî
legeł karwanî matemda, diłî mestim řewan nakem
ke çûye merkezî diłber, şehenşahî wiłatî ’îşq
biłê řacîNasnava edebî geyştim, ca be hîç la karwan nakem