le dunyada eger durcî me’îşet, dercî ’adet kem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  98 Dîtin
le dunyada eger durcî me’îşet, dercî ’adet kem
leser kursî tefekkur, her debê xom nexşî řaḧet kem
le muddey ’umirma satê nebû xałî le xem, ḧałim
leber gencî xefet nemdî, le kuncê îstiraḧet kem
be ’îşqî ew gułe, ew şoxe, ew kurde perî řûye
temame ger xem û tałîy, hemû em nawe ẍaret kem
be tennazî tenafî zułfî damezrand û damezra
le xeymey şahî xałî çawî pêwîste beşaret kem
delîlêkî heye, dellalî çawî kałî ew şoxe
le ’eynî goşegîrîda, temaşay kaxî ’îzzet kem
kuławim, hełkizawim, xane sûtawim, çi bê tawim
be ummêdî wîsałit, ger le em dinyaye řîḧlet kem
le hercê hay û hoye, babeřoy dił dête ber gwêyan
bełê bo ḧał perêşanîy, ebê em nirxe mamłet kem
mecalî zulcelalim her nebû, yařeb, cemał û mał
be heybet tê bikoşim, hîmmetî xom serfî bîd’et kem
şemałî diłberim wa hat û, řast û çopî wergêřam
wekû řacîNasnava edebî ke tozêkim be dem ba, řû le xizmet kem