bexşîwme be çawî bełekit, cîsim û jyanim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
bexşîwme be çawî bełekit, cîsim û jyanim
damnawe le řêgey hewest, zeyn û gyanim
çen hatme ser çerxî gyanbexşî û xizmet!
her gum bû leser lêwî şekerbarit, nîşanim
bem dîmenewe, mat û qelenderim û denałim
lew zułfe hezar dawe, îtir nabê emanim
girjîneweket, şerḧî hemû řazî beheşte
wa çake, bikem min be cenan, karî cînanim
ger nabełedin xał û xetit, bo hedefî dił
atomî nezer dête teqîn, her nîgeranim
kê bê ke le des goşeyî çawtim bistênê?
kê bêt û le řêy wesił, bixa barî giranim?
diłbesteyî sewzey xet û nuxtey demî xunçem
sermestî mey û xende û seyranî çemanim
ta key be diłî sextewe, naya bezeyît pêm?
nemçêştuwe hêşta le demit tamî zimanim
hawîne dił û payze ẍemxaneyî řacîNasnava edebî
zistane le şîwenim û behare le gułanim