be newrozî cîhan ara, serî hênaye so, sałim

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  104 Dîtin
be newrozî cîhan ara, serî hênaye so, sałim
gyanêkim le tarîkî, xuda hênaye bin bałim
le serma û zemherîrî ẍem, be tîşkî řû necatim bû
le girpey gerdin û xirpey diłan zamarî çengałim
le qopkey kêwî tas û ser, le řeng û boy henase û ber
heta awa nebê řojî řuxî, awaye naw małim
le mêrgî sîne û memda, direwşa sewze, řengawřeng
be sîḧrî lêw û demda çû, nesîm û şêxî bermałim
be awazî mel û bulbul, hemû dinya gułefşan bû
be wazî û pêkenîn hatin, kiç û jin, pîr û mindałim
tenafî, taze binyatî hemû hozî terazû girt
îtir bawî nema taze, şeř û tîtał û fîşałim
qesem bew çawe piř nazey, wekû bazî ser engêwin
hezar û nosed û penca û duwe, fanosî îqbałim
mefermû namradêke, hetîw û bêkes û zare
le xem hełgirtinî dûrît, be qur’an řostemî załim
biłê newroze wa masî be mang řojî ḧemel egrê
le qaře û bařeyî mêgel, çi ḧeşre dewrî řeşmałim!
kejawey bûkî mêrganim, be jawe û haje řazawe
be tîpî sunbul û sewsen sipêran deşt û kendałim
be řengî erxewan û, xwên û, sewz û zerd û lale û guł
eda xul dewrî dunya, řojî sîmay yarî çawkałim
ełêy sîldare, wa dił bo hewaxwazîy çuwe ser kel
ke tîmarî biken soze û, nesîm û weşt û şamałim
teřî û germî, ecoşênin mekîney karebay giştî
giłopî guł, wekû dił, hate gîrsanî serî qałim
le mêrg û baxî komełda, hezaran řû birîqey dê
le řemił, estêreyî bextan hełatin, wa ełê fałim
ewey bergî sipî û sûrî gułî poşî, ełê şahim
ewey necmey be sewzî girt, ełê min mîr û cenřałim
were meyxane û bezmî dił û diłdarîy û xoşî
binoşîn, têkełî yek bîn, eto şîrîn û min tałim
fotografî xeyał, amade bê bo řesmî ber çawan
hemû çeşnê bikêşrên, qîsî xał û zeřře misqałim
be dûrbînî temaşa dêne gerduş, xaneyî paşa
hemû perpût û nabût û kiz û řeşpoşî eşkałim
eger şazade û şahin, eger dîndar û gumřahin
yek û dû dêne ser şayî, diłî wale û gułî ałim
şew û řojim nema katê beheştim hate çerxî jîn
be kamî nefis û çawî geş, hemû gel bote awałim
be řût geşbûmewe, ḧeşirim kira, pêm bexşira cennet
ke bergî sundus û îstebreqî poşîwe emsałim
ke şêxêk çil çiley dîbê, biłê em cejne bê cêye
biłê ey fîtneyî îman û dîn, heł megre obałim
le to min taze des heł nagirim, ey şoxî şar û dê
eger sa pel pelîşim ken bedem seg, zwêł û zîwałim
beharane, be baranî siruşkim mêrg řengîn bûn
le xendey lêwî şekirînit, şukir wa safe samałim
le nawçawanî qeşkem, çû zekatî par û pêrarim
le diłtengî, henasem kewte sûtanî peř û bałim
gułe û marey biřa, bulbul, be baẍatî cefa werbûn
ḧeya kê eykiřê? bê xawene mendîl û desmałim
îtir serbeste herçî meste, sa řaweste bîbeste
be destan, saẍ û xeste, her bipeste, pał bide pałim
le hełbestanî jîkoNasnava edebîda, hemû hêz û jyanêke
keçî herdem le bazařî finîş û kone postałim!