eger destim kewê yaran, nimûney xał û çawî kał

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  190 Dîtin
eger destim kewê yaran, nimûney xał û çawî kał
be cennet nafroşim, ta bibê cêy ’alemî obał
heme min meyfiroşê, gyan be qetrêkî deka dawa
gelî ’aşiq muheyya bin, gelê herzane mey emsał
xiroşî ’aleme her la, perêşanîy le perçemda
hemû ḧîret zeden lem sun’ û kewne, ’alemî eḧwał
ke destey ’aşiqanî dî, be gwêrey çawî bîmarî
degêřê sa be nawyana, ẍem û derd û beł derḧał
řeqîb daway be qetłî ême kird ta têr bibê, pêm wit:
le paş fewtanî min, key têr debî to ey kerî deccał?
ke hat diłber be kuştarî ẍerîban, cê becê hestam
le pêş hatin, be gwêma hat newayî hatîfî xiřxał
kesêkî tir wekû řacîNasnava edebî nîye gwêgir le fermanit
ke bo kêşanî naz û mîḧnetî to, her ewe ḧembał