ey zeman, boçî minit kirdote qoçî marî řeş?

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
ey zeman, boçî minit kirdote qoçî marî řeş?
dûr le naz û nî’met û, nêzîk le derd û zam û ẍeş
řêkupêk nayem legeł kes, hawtam nabin le bar
çunke nêzîkim le heq, dûrim le xełk û řizq û beş
pêkenînim dê be giryanî serok û begleran
çaw begryanim le xendey řût û qûtî ser be heş
her quřî merge ke eypestim beser, ta pê be pê
em quřawî ademe, bijyêtewe wek řengî geş
diłberî jîne, ke dîn tałan eka û dił eba
dîn û dił gerçî legeł yek dujminin wek pênc û şeş
takû řûm řeş bû, le ’alemda çi nawim kirdibû
êste nawçawan sipîm û, bûmete gacûtî qeş
cokîy û lotîte ya şêx, wek dem û qûnit be gûn
xot cinokey ’alemî, bo çîte cind û dêwî řeş?
hênde bed esiłn legeł xełkî, mela û şêxekan
çî ewan eyken, pena bexwa îtir nayken feleş!
hênde ma pişkoNasnava edebî le agirdanî ber lûtî cemat
nêrgele û qełne û sebîlî, giştî xiste keşmekeş