arezûy azadîye çawim be tawî eşkibaş

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  186 Dîtin
arezûy azadîye çawim be tawî eşkibaş
çunke heqbînî qedî toye, ebînê pêş û paş
ger epşikun guł, le sayey qetreyî firmêskî min
sûzeyî ahim beşêkî pêweye, emca hewaş
zerde řûm, xwênbare dił, çawim eřêjê barî kuł
ta xecałet bim le naz û bazî ew kotrey qelaş
wek beła, eşkî bełałûk ałubałûm pê eka
biłqî giçkem gewre bû, wek mewcî beḧrî piř le daş
wa be darim xistuwe, em sûke tewney wesłî ew
ben keme, bom natenê em řayełey wa şaş û waş
sînemayêke dû çawî, sed filîmî pêweye
nîwe ẍemzêkî hezaran sîḧre, ser şaşey be şaş
çawî ew derçû le çawbiřkê, ke çawî min hełat
tarmayî kewte ser, hełnaye emca bo semaş
espî awatim gelê lak û binêsawe le dûy
êskî wa řeş bû, sipî nakatewe awenyaş
katî xome, ay debûm piř çek be bîr wek pałewan!
zewtî kem, bûme nîşan, nemzanî damîye ber řeşaş
xatrî çawî řeşî, herçî ke pêy kirdim xetî
êste bo emxate xendek, xwênekem exwa belaş?
bo dexalet, min ke kewtim lem ber û derganeda
têk eçê çawit bizanî min teřaḧim ya teřaş?
sunbul û, mêlaq û, xunçe û, le’il û, yaqût û guher
têkeławî řewneqêkin, meyke baraşî mizaş
bulbulî piř axî dił, wa çawenûsî xunçeye
kê heye ger îstîfadey lê bika, ḧetta sebaş?!
dił, ciger xwardyewe, hate çawî piř zam û girîn
taze naguncê be tîẍî mujge bikirê qaş qaş
ta derîkird girdełey piř kêm û xwên, hênayeder
nek îtir hełdatewe em ’îlletey nakêşexaş
hênde diłxoşim le řêy wesiłit, be naheq bimkujin
nařzim, wek meytekey mezłûmî dokan erqedaş
bo dye û ersî dem û lêwit, ke maçêkim dizî
çîm heye ẍeyrî diłim, sa let letî ke û xaş xaş
her deme yek suretî lê da’etaşim, ew gułe
seyrî min naka, ke bûme azerî peykertiraş
seyrî em dinyayeke û, basî wefay têda meke
her kesêkî bîperistî, ferze hařînit be aş
to, ke xot xiste pena û bextî gułêkî bextyar
wa dezanê agirî, destî desûtênî û, meqaş
řût û qûtim, bê kiras û bê kewa, birsîme min
çaw le dîdarî gułî sûrim, wezîfey bê me’aş
komełî fîkirim fiřî, ẍemzey dû tapiř bû, teqî
saçmey xałî netîcey ’umrî kuşt, îşim çewaş
çandim û, tamim nekird kuncî û birincî lêw û dem
gêreşî pêkirdim û dûrî nîşandam nîsk û maş
ger ezanî ḧałet û bextim legeł yaran çîye?
baxî şadîm taze sawa, dewłetî mergim heraş
bîr û bazař û muẍazem, piř le řengawřengî heq
ta qyamet bîfroşim, nakiřim jîkoNasnava edebî qumaş!