qetreyî çaw û ḧeya řoyî tikawe be ’ebes

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  102 Dîtin
qetreyî çaw û ḧeya řoyî tikawe be ’ebes
’ereqî ’arîzî canan neřjawe be ’ebes
gyan leser textî guła, têkełî zêyî emele
xêwetî zułfî senem hełnedrawe be ’ebes
şeřî xał û xete, tałanî xeyałatî mine
dił be em bêkesîye têweglawe, be ’ebes
be birîn karî kira, ’aşiqî ẍemgîn cana
tîẍî piř cewherî to, taze swawe be ’ebes
baẍî şimşad û guł û lale û nesrîn řiska
bulbulî xestecger bałî şikawe be ’ebes
kuncî ew lêwe ke cêy awî jyanî weteneNusxeyên din: kuncî ew lêwe, ke cêy awî ḧeyatî wetene
komełî xałî, bełê, tê nexzawe be ’ebesNusxeyên din: komełî xettî, bełê, tê nexzawe be ’ebes
serbeser, maçî demî, cennet û dinya dênê
boye xawen wetenê, lem duwe mawe be ’ebes
pîrî ser lewḧeyî řendanî xerabatim emin
qametî şox û letîfim neçemawe be ’ebes
qedeḧêkî be cigergoşeyî, řacîNasnava edebî, nada
yarî bîd’et hewesim, xawenî nawe be ’ebes