ey serapayî qedit, wek kew kenare bo ’eses

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  102 Dîtin
ey serapayî qedit, wek kew kenare bo ’eses
wey dił’aramî lebit, şîrîn geware bo hewes
her kesê ’îşqî lebit neqşî le dił kêşa îtir
bo xeramî menziłî, hestî nîye dengî ceres
lêm ḧerame mey le bezmî ew ke nêzîke řeqîb
lêm geřê camê binoşim min le şewqa ey teres
naz û ’înwanit, qedî şimşadmî xem kirduwe
ta ke nêzîke ciger ka bem serî berzim heres
tirş û şîrînî zemane, ’îşqî bê sermayeye
tał û tiftî ’aşiqane, saf û şîrînî meges
new’î tesxîrit, ke qeydî xatrî azurdeme
bem giranbarye xuda, ḧeyîr nebê sa hîç kes
wa legeł guł bote hemser, řacyaNasnava edebî, lem baxeda
xarî duşmin, her weku tûtî legeł qel, hem qefes
deştî dinya û qyamet, ’enber’amêze hemû
ger seba bênê le nefxey zułfî muşkîn yek nefes
min wekû mûsa, le tûrî ’îşqî to ferxunde bûm
lazme heł kem be yadî řûyî řengîn, yek qebes